Rojeva çapemeniya erebî ya îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê fişarên Rûsyayê yên li ser Îranê, bombebarana li “herêmên bêçek”, têkiliyên Iraq û Fransayê, rewşa Lîbyayê û gelek mijarên din de nivîsîn.

Şerq El-Ewset: Rûsya fişaran li Îranê dike da ku firokeyan (drone) ji Sûriyê bikşîne

Der barê mijarê de rojnameyê li ser zimanê çavkaniyên îstixbarata Îsraîlê wiha nivîsî: "Rûsya li Sûriyê fişaran li Îranê dike da ku hêzên xwe ji baregehên leşkerî vekişîne, her wiha firokeyên drone jî vekişîne û vegerîne Îranê. Malpara "Dîbka" ya îstixbarata Îsraîlê diyar kir ku helwesta Rûsyayê li Îranê guheriye. Destpêkê Rûsyayê biryara serokê Sûriyê Beşdar El-Esad a der barê rêvebirina bendera Laziqiyê de asteng kir, paşê jî leşkerên Îranê ji baregehên asmanî yên Sûriyê derxistin.

Malperê diyar kir ku Rûsya her wiha fişaran dike da ku Îran balafirên drone yên pêşketî ji Sûriyê derxe.

El-Quds El-Erebî: Di bombebarana Rûsya û Sûriyê ya li dijî Idlibê de 12 sivîl hatin kuştin

Rojnameya El-Quds El-Erebî wiha nivîsand: "Ev çar roj e, hêzên Rûsya û Sûriyê bi awayekî dijwar parêzgeha Idlibê û derdora wê bombebaran dikin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, di encama bombebaranê de roja înê 12 sivîl hatin kuştin. Herêmên ku têne bombebarandin "herêmên bêçek" in. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan her wiha diyar kir ku balafirên Rûsyayê bi dehan êrîşên asmanî pêk anîne, her wiha helîkopterên rejîmê jî gelek deverên gundewarên başûrê Idlibê û bakurê Hemayê bombebaran kirin."

El-Heyat: Guterres diwaze Hizbullahê bê çek bike û tevgera wan a li Sûriyê rawestîne

Rojnameya El-Heyat jî wiha nivîsî: "Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di rapora xwe ya şeş mehan de duh înê careke din xwest ku çekên "Hizbullaha Lubnanê" bêne kişandin û tevgera wê ya Sûriyê bê rawestandin.

Guterres diyar kir ku divê mijara leşkerî û çekan di destê hikumeta Lubnanê de be, her wiha da zanîn ku destwerdana Hizbullahê li Sûriyê dê Lubnanê bixe nava pevçûnên herêmî, her wiha dê bibe sedema bêaramiya Lubnan û herêmê.”

Iraq

Der barê serdana serokê hikumeta Iraqê bo Fransayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Serdana serokê hikumeta Iraqê Adil Ebdilmehdî bo Parîsê dê desthilata Fransayê li Iraqê bi hêz bike, ji ber ku desthilata Fransayê piştî Amerîkayê êrîşî Iraqê kiribû, lawaz bûbû. Ebdilmehdî duh înê got şîrketên mezin ên Fransayê dixwazin li welatê wî bixebitin.”

Lîbya

Rojnameya Şerq El-Ewset nivîsî: "Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê bi serokatiya general Xelîfe Hefter hêzan bi rê dike derdora Terablusê. Hikumeta Fayiz Serac jî diyar kir ku ew ê ji hevalbendê xwe Tirkiyê piştgiriyê bixwaze ku pêşketina artêşê asteng bike. Duh li rojhilatê paytext Terablusê pevçûnên dijwar rû dan.

Tirkiye

Her wiha rojnameya El-Ereb jî têkildarî Tirkiyê wiha nivîsand: "Hikumeta Tirkiyê dê rikeberiyeke nû bi DYA’yê re bike. Wezîrê karên derve yê Tirkyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Tirkiye nikare di demeke kurt de li şûna petrola Îranê, petrolê ji cihên din bikire. Çavuşoglu got petrola hin dewletên din bi kêrî refîneriyên wan nayên. Çavuşoglu di civîneke çapemeniyê de ji DYA’yê xwestibû ku biryara der barê petrola Îranê de di ber çavan re derbas bike."

(k)


Mijarên Din