Rojeva çapemeniya erebî ya îro

Hêzên Sûriya Demokratîk berpirsê teqemeniyan ê DAIŞ`ê yê bejahiya Dêrazorê girt. Şerê li “herêmên bêçek” didome, li gorî Rûsya – Tirkiyê balafirên Rûsyayê beşdarî bombebarana Idlibê bûne û Tirkiye destekê dide terorîstên li Lîbyayê.

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa dawîn a Sûriyê, Sûdan, Yemen, Cezayîr, destekdayîna Tirkiyê ji terorîstên li Lîbyayê, lûtkeyên erebî yên awarte û gelek mijarin din kir.

El-Heyat: Sûriye; berpirsê teqemeniyan ê DAIŞ`ê hat girtin

Rojnameya El-Heyat der barê rewşa Sûriyê û şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê de wiha nivîsand: “Roja pêncşemê operasyoneke ewlehiyê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî pêk hat. Di encama wê de serçeteyek ji rêxistina DAIŞ`ê li bakurê rojhilatê Sûriyê girtin." 

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de wiha lê zêde kir: "Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku QSD`ê di nava çend rojên dawîn de operasyonên îstixbaratî pêk anîn. Di encama wê de gerînendeyê Têkiliyên Derve yê DAIŞ`ê û berpirsê êrîşên xwekujiyê, çandina mayinan, li herêma Heqil Umer a bejahiya rojhilatê Dêrazorê girt."

Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku hêzên Koalîsyona Navdewletî roja çarşemê operasyoneke taybet li bejahiya Hesekê ya rojhilatê Sûriyê pêk anî û di encama wê de 15 şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li herêmê girtin.

El-Şerq El-Ewset: Balafirên Rûsyayê tev li bombebarana başûrê Idlibê dibin

Rojnameya El-Şerq El-Ewset behsa şerê li Idlibê kir û wiha nivîsand: "Di encama bombebarana hêzên rejîma Sûriyê li ser herêmên başûrê Idlibê de ku dikeve nava herêmên bêçek, sivîl hatin kuştin. Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê tev li bombebarana li başûrê Idlibê dibin."

Rojnameyê ji devê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê wiha got: "Hejmara kuştiyên ji ber bombebaranê bû 7 kes. Ji wan 4 zarok û welatiyeke jin di bombebarana balafirên şer ên rejîmê de li ser bajarê Meret Naman ê başûrê Idlibê, hatin kuştin. Her wiha kesekî ku ji nava hêzên rejîmê veqetiyabû û zaroka xwe ji ber bomebarana balafirên şer ên rejîmê li bajarokê Kefer Nebûde hatin kuştin. Dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku birîndar hene û rewşa wan xeternak e."

El-Ereb: Xeberên xweş li Iraq û Sûriyê dewam nakin… zeviyan dişewitînin

Rojnameya El-Ereb behsa şewitandina zeviyan kir û wiha nivîsand: "Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) şewitandina firehiyeke mezin ji zeviyên çandiniyê li Sûriye û Iraqê girt ser xwe. Di hejmara kovara El-Nebe de ku her hefte derdikeve, DAIŞ`ê gotarek li ser şewata plankirî li Sûriyê û Iraqê belav kir. Tê de bang li kesên ku şewatan derdixin kir ku şewatan dubare bikin. Li gorî çavdêran ev yek stratîjiyek e û di demên pêş de dê berfirehtir bibe. Her wiha çavdêran destnîşan kir ku şewat ji teqînan hêsantir e. Madeyên ji bo şewitandinê têne xwestin erzantir in û têne peydakirin. Agir dê li şûna çekê be. Piştî ku tedbîrên li dijî terorîstan peydakirina çekên ji bo êrîşan zehmet kiriye."  

El-Yeûm: Rûsya xwesteka Îranê ji bo kirîna S-400’an ji ber metirsiya wê ku dê tevliheviyê li Rojhilata Navîn derxe, red dike

Rojnameya El-Yeûm der barê rewşa Îranê de wiha nivîsand: "Li gorî çavdêran Rûsyayê xwesteka Îranê ji bo kirîna S-400’an ji ber ku ditirse dê firotin tevliheviyeke zêdetir li Rojhilata Navîn derxe, red kir."

Sûdan

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê rewşa Sûdanê de got: "Tevegera çûn û hatinê hêdî hêdî li kolanên Xertûm û bajarên Sûdanê piştî rakirina grevê ku 2 rojan jiyan sekinandibû, dewam dike."

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê rojnameya El-Ereb wiha got: "Çarenûsa rêya siyasî ku saziya leşkerî di vê hefteyê de li Cezayîrê derxist, tê çavdêrkirin, di demekê de ku helwesta aliyên siyasî ji armanca însiyatîfê ya ku dê biçin diyaloga neteweyî bi hilbijartinên serokatiyê yên nû, bêyî ku derbasî pêvajoya derbasbûyî bibe, hin partî jî vê yekê red dikin û hin jî erê dikin.

Partiya nû ya muxalîf li ser girîngiya derbasbûna pêvajoya derbasbûnê ku bi wê yekê dê rejîma heyî ji hev bixe û vegerin hilbijartinên demokratîk ku rêzê ji biryarên gel re bigire.

Partiyê geşbîniya xwe bi serkeftina şoreşê bi saya tevgera gel di redkirina sîstema heyî û îsrara şandina formên demokratîk ên rast li welêt de anî ziman.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê Tirkiye tawanbar kir ku ew pisporên leşkerî û alavên nû ji çekdarên hikumeta El-Wifaq bi serkêşiya Fayîz El-Sirac re dişîne.”

Îran

Der barê Lûtkeya Erebî de jî rojnameya El-Heyat wiha got: "Di daxuyaniya dawîn a Lûtkeya Erebî de ku li Mekeyê hate lidarxistin, mîsogerî û hevgirtina dewletên Ereb li dijî destwerdanên Îranê teqez kir. Di daxuyaniyê de ku ji aliyê sekretêerê giştî yê Cemiya El-Erebiyê Ehmed Ebo El-Xîd ve hate xwendin, li ser girîngiya hevgirtina dewletên erebî bi biryarên Lûtkeya Erebî yên berê der barê doza Filistînê de, her wiha destwerdana Îranê di aloziya Sûriyê û bandora wê li ser yekitiya Sûriyê de şermezar kir”.

Îsraîl

Der barê hilbijartinên Îsraîlê de jî rojnameya El-Quds El-Erebî wiha nivîsand: "Di gaveke netexmînkirî de, dewleta dagirker cara duyemîn e berê xwe dide hilbijartinên parlamentoyê yên nû. Piştî ku serokê hikumeta dagirker Benjamin Netanyahu di avakirina hikumetê de ji dema ku partiya wî El-Lîkod û partiya çepgir di kursiyên di hilbijartinên di 9`ê Nîsanê de bi ser ket, hewl da parlemanê bi piraniya 74 dengan li hember 45 dengan ji hev bixe, bi bin ket. Lê bi jihevxistina parlemanê Netanyahu bi hemleya hovane destavêtina guleya hilbijartinê ya yekemîn li ser serokê partiya Yesraîl Bîtna Afexedro Liberman kir. Nakokiya fermî ji ber ku Liberman teqez kir ku ew ê zagona leşkeriya mecbûrî ku hemû ciwan (El-Hirdîdîm) leşkeriyê bikin, ferz kir.”

(bx-jo)


Mijarên Din