Rojeva çapemeniya erebî ya îro

Rojnameyên erebî yên Îro der barê geşdanên li herêmên bêçek ên Sûriyê, rewşa xalên çavdêriyê yên Tirkiyê, êrîşên Îsraîlê yên li dijî komên girêdayî Îranê li Sûriyê, Lubnan û Iraqê û siyaseta şaş a Erdogan û her wiha rewşa Lîbya û Sûdanê de nivîsîn.

El-Watan: Soçiyeke nû; herêmên di bin desthilatdariya artêşê de dê ne di hesaban de bin, xalên çavdêriyê yên Tirkiyê dê ji nû ve bêne bicihkirin

Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya El-Watan nivîsî: "Tevî ku agahiyên der barê encamên civîna komîteya leşkerî ya Rûsya û Tirkiyê li ser rewşa gundewarên Hema û Idlibê de kêm in jî, lê xetên qalind ên lihevhatinên ku di be sibe di civîna Erdogan û Pûtîn de çêbin, diyar bûn. Xuya ye dê Rûsya der barê rewşa herêmên bêçek de, Tirkiyê tawanber bike. Rûsyayê her tim gotibû ku ev rewş demkî ye û dê herêm vegere hembêza dewleta Sûriyê.

Pisporên leşkerî dibêjin ku dê hin lihevhatin çêbin di navbera her du serokan de, dê encamên wê arasteyî civîna sêalî ya bi serokê Îranê Hesen Rûhanî re bikin ku tê payîn di 16`ê Îlonê de bê lidarxistin. Ev lihevhatinên ku çêbin dê ne li gorî dilê Erdoganê qels bin, ji ber ku tengav e û bijarteyên wî kêm in, wî hesabên xwe li ser Cebhet El-Nusra kiribûn, sozên xwe yên lihevhatina Soçiyê pêk neanîn.

Çavdêr dibêjin ku dê Soçiyeke nû çêbe, dê herêmên ku artêşê li gundewarên Hema û Idilibê ji derveyî hesaban bin, xalên çavdêriyê yên Tirkiyê jî li gorî pêvajoyê ji nû ve bêne bicihkirin, her du rêyên ku Heleb, Hema û Laziqiyê bi hev ve girê didin, bêne vekirin û her tişt jî dê li gorî mercên artêşa Sûriyê pêk bê.”

El-Ereb: Iraq, Sûriye û Lubnan meydanên şerê Îran û Îsraîlê ne

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: "Derdorên siyasî yên erebî dibêjin ku gengeşeya mezin a rojên dawiyê di navbera Îsraîl û hevalbendên Îranê de, dê bibe destpêka şerekî herêmî yê derengmayî, aliyên şer jî Îsraîl û Îran in, meydana wê jî Sûriye, Iraq û Lubnan in.”

Derdoran got "Di navbera êrîşên li dijî armancên Îranê li Bexdayê û hin bajarên din ên Iraq, Sûriye û Lubnanê de girêdanek heye. Pêdiviya Benjamin Netanyahu bi gurkirinê heye, beriya hilbijartinên serokatiyê û dê piştî 3 hefteyan pêk bên, ev tişt ji bo pêşeroja wî ya siyasî girîng e.”

Berovajî hemû carên din, Îsraîl hema zû berpirsyariya êrîşên li dijî baregehên Îranê yên li derdora Şamê, roja şemiyê girte ser xwe. Beriya wê jî êrîşên li dijî baregehên Îranê yên girêdayî Heşdî Şabî yên Iraqê jî girte ser xwe.

Pisporê siyasî yê Amerîkî Sebastian Bakhos dibêje ku kiryarên leşkerî yên Îsraîlê yên nû dibe ku veguhere şerekî mezin li herêmê, Bakhos her wiha dibêje: "Eger bersiva van êrîşan neyê dayîn, dibe ku Îsraîl li dijî Îranê zêdetir jî here.”

El-Şerq El-Awsat: ‘Meclisa Serwer’ a Sûdanê di destpêka karê xwe de hin rayedar ji kar avêtin

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Meclisa Serwer a Sûdanê duh yekemîn biryara xwe derxist, di biryarnameyê de waliyê parêzgeha Deryaya Sor ji kar avêt û yek li şûna wî erkdar kir. Her wiha rêveberê ewlehiya parêzgehê jî ji kar avêt.”

El-Ereb: Aloziya rojhilatê Deryaya Spî… Erdogan Tirkiyê ber bi rikeberiyeke tirsnak ve dibe

Rojnameyê nivîsî: "Li Tirkiyê metirsî zêde dibe ku siyasetên rejîma Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan û partiya wî, herêma Rojhilata Navîn ber bi kûrkirina aloziyê ve bibe.

Li gorî çavdêrên siyasî yên Tirkiyê, bêperwayiya Erdogan, dê Tirkiyê têxe nava metirsiyê, bi taybet piştî ku welatên rojava Tirkiyê der barê lêgerîna petrolê li rojhilatê Deryaya Spî de hişyar kir.

Lê helwestên serokê Tirkiyê li hember van hişyariyan diyar dibe ku ew guh nade wan û bêperwayiya xwe dewam dike. Serokê Tirkiyê roja şemiyê got "Enqere guh nade gefên welatên rojava der barê lêgerîna petrolê li rojhilatê Deryaya Spî, ew ê mafên xwe li herêmê biparêze.”

El-Itihad: Berpirsekî leşkerî; El-Sirac ji aliyê Îxwanan ve nayê pejirandin

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Duh artêşa Lîbyayê ber bi Girbanê ve bi pêş ket, da ku wê ji destê çekdaran rizgar bike. Berpirsekî leşkerî ji Itihadê re ragihand ku hêzên asmanî yên Lîbyayê li dijî milîsên li derdora Terablusê çend êrîş pêk anîn.

Serokê odeya operasyonan ya hêzên asmanî yên Lîbyayê general Miheme Menfûr diyar kir ku hêzên asmanî sibeha yekşemê li dijî çend deverên girêdayî hikumeta Wîfaq li başûrê paytext êrîş pêk anîn.

Li Terablusê jî berpirsê navenda ragihandinê ya odeya operasyonên "El-Karama" Xalid El-Mehcûb diyar kir ku Îxwan ji bo serokatiya meclisa serokatiya Lîbyayê, piştgiriya El-Sirac dikirin da ku planên xwe derbas bikin. El-Mecûb da zanîn ku Îxwan hest dikin ku dawiya wan li Lîbyayê hatiye, ji ber civak êdî wan qebûl nake. Her wiha tê gotin ku Îxwan êdî serokê Meclisa Serokatiyê Fayiz El-Sirac jî qebûl nakin, niha El-Sirac êdî nayê qebûlkirin.”


Mijarên Din