Rojeva çapemeniya erebî ya îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa li herêmên bêçek ên Sûriyê, arîşeya di navbera Amerîka û Tirkyê ya der barê herêma ewle de, êrîşên li dijî Heşdî Şabî ya Iraqê û hin mijarên din de nivîsîn.

Şerq El-Awsat: Li “herêmên bêçek” hêzên asmanî yên Sûriyê êrîş pêk anîn

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê balafirên şer ên Sûriyê, cara yekemîn piştî agirbesta beriya 10 rojan, êrîşî herêmên bêçek ên li bakurê rojavayê Sûriyê kir.

Hêzên rejîmê û hevkarên wan Rûsya roja 31`ê Tebaxê li herêma Idlibê ku di bin desthilata opozîsyonê de ye, agirbest ragihandibû ku li wir beriya 2 salan “herêma bêçek” hatibû ragihandin.

Ji wê çaxê de êrîşên asmanî yê Sûriyê û Rûsyayê li ser herêmê rawestiyabûn, lê her rejîmê ji bo ku herêmê bixe bin serweriya xwe, bombebaranên bejahî dewam dikirin.”

Ukaz: Der barê herêma ewle de di navbera Amerîka û Tirkiyê de arîşe

Rojnameyê der barê mijarê de wiha nivîsand: “Piştî ku meha derbasbûyî di navbera Amerîka û Tirkiyê de der barê herêma ewle de lihevhatin çêbûn, her wiha roja şemiyê yekemîn dewriyeya hevbeş geriya, di navbera her du aliyan de arîşe derket. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got helwestên Amerîkayê der barê herêma ewle ya li Sûriyê, Tirkiyê rehet nake.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Li aliyekî din balafirên asmanî yên Rûsyayê herêmên bêçek ên Idlibê û gundewarên wê bombebaran kirin, her wiha li dijî herêma Kebanê ya Cebel Ekrad li gundewarên bakurê rojhilatê Laziqiyê êrîş pêk anî.”

Şerq El-Awsat: Derkirina koçberên Sûriyê ji bo dijberên Erdogan nameyek e

Têkildarî mijara derkirina koçberên Sûryê yên li Tirkiyê rojnameyê wiha nivîsî: “Berovajî helwestên Tirkiyê yên 8 salên derbasbûyî, ku pêşwaziya bi milyonan koçberên Sûriyê dikir, hefteyên derbasbûyî ji gelek koçberan xwest ku ji bajarên Tirkiyê yên sereke derkevin, her wiha hin ji wan bi basên spî birin herêmên li ser sînorên Tirkiye û Sûriyê.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Erdogan hewl dide ber bi du çareyan ve biçe, yan dê koçberên Sûriyê li herêmên di bin desthilatdariya Amerîka û hevlabendên wê yên Kurd de bi cih bike, eger nebû dê lehiyeke koçberên Sûriyê ber bi Ewropayê ve rêke.”

El-Ereb: Hizbullah hewl dide destê xwe bixe dosyaya lêgerîna petrol û gazê

Rojnameyê nivîsî: “Arîşeya ku li ser sînorên Îsraîl û Lubnanê pêk hat û gumana ku dê şerekî mezin çê bibe, girêdayî hewldanên Hizbullahê yên ku dixwaze bikeve xeta lihevhatinên der barê destnîşankirina sînorên di navbera Îsraîl û Lubnanê de çê dibin ku Amerîka serpereştiya wê dike.”

Serokê Lubnanê Mîşel Ewn, roja sêşemê xwest ku navbênkariya Waşington ya der barê destnîşankirina sînorên bajahî û deryayî yên bi Israîlê re, dewam bike, di heman demê de Lubnan amadekariyan dike ku di ava xwe ya herêmî de li petrol û gazê bigere.

Mijara destnîşankirina sînor, daxwazeke navdewletî ye, bi taybet ji aliyê dewletên ku li rojhilatê derya spî di nava lêgeîna petrolê de ne, mîna Qibris, Misr, Yewnanistan, Tirkiye, Rûsya û Îsraîl. Dema ku serokê hikûmeta Lubnanê Saad El-Herîrî serdana Washingtonê kir ev mijar pêre hate gotûbêjkirin.”

Şerq El-Awsat: Li dijî Heşdî Şabî ya Iraqê êrîşên asmanî

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Perlamenterekî Iraqê diyar kir ku di nava du mehan de 12 êrîşên asmanî li dijî bargeh û depoyên Heşdî Şabî pêk hatin, hin van êrîşan hatin veşartin.

Endamê komîteya ewlehî û parastinê ya parlemana Iraqê Ebdilxaiq El-Ezawî got “Komîteya lêpirsîna êrîşên li dijî baregehên Heşdî Şabî karên qedandin, diyar bû ji aliyê Dron`ên Israîlê ve pêk hatiye. Li dijî Heşdî Şabî û hêzên ewlehiyê 12 êrîş pêk hatine, hin ji wan hatin işkerekirin hin hatin veşartin.”

El-Ereb: Kongreyeke navdewletî li Almanyayê dê dosyaya Lîbyayê ji çarçoveya rikeberiya Fransa û Îtalyayê derxe

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: “Almanya amadekariya lidarxistina kongreyeke navdewletî der Lîbyayê de dike, ev gav dê dosyaya Lîbyayê ji çarçoveya rikberiya Fransa û Italyayê derxe.

Çavkaniyên agahdar ji El-Ereb re diyar kirin ku kongreya navdewletî bi rêk û pêk bête amade kirin, da ku kêmasiyên kongreyên Parîs (meha Gulanê) û Palermo (meha Kanûnê) derbas bike û hin raspêriyên ku bêne pêkanîn derxe, ji ber ku alozî têra binkeftinên navdewletî nake û birînên wê kûrtir dike. Çavkaniyan diyar kir ku kongre dê meha kanûnê li Almanyayaê bê lidarxistin.”

Şerq El-Awsat: Piştî nakokiyên siyasî Trump, Bolton ji kar derxist

Rojnameyê nivîsî: “Duh serokê Amerîkayê Donald Trump, şêwirmendê ewlehiya neteweyî John  Bolton ji kar derxist, piştî nakokiyê siyasî, hate gotin ku her du alî derb arê mijara dosyayên Îranê û Talîbanê de li hev nekirin.”

Çavkaniyên Koşka Spî diyar kir ku Bolton li dijî wê bû ku Trump li Îsraîlê bi lîderên Talîbanê re bicive. Her wiha li dijî planên Trump ên vekişandina hêzên Amerîkayê ji Afganistanê bû. Yek ji mijarên dijberiya her du aliyan jî, hevdîtina bi serokê Îranê Hesen Rûhanî re, dema civîna Neteweyên Yekbûyî de.”


Mijarên Din