ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 14-1-2021`AN

-Şopandina bûyerên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Meclisa Malbatê Şehîdan a Dêrikê şehîd Xebat Dêrik di salvegera şehîdxistina wî ya 9`an de li Goritsana Şehîd Xebat bi bîr tînin, saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Malatên girtiyên siyasî yên di girtîgeha Tirkiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike û sînorekî ji siyasetên li dijî girtiyên siyasî dide meşandin deyne, ji ber ku Tirkiyê bi van sûcan mafên mirovan û qanûnên navneteweyî bin pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamên Hêzên Parastina Civakî li eniyên pêş ên li navçeya Eyn Îsayê, li hemberî êrişên dewleta Tirk li ber xwe didin û piştrast dikin ku armanca wan a yekem ew e ku sivîlan biparêzin û êrişên dewleta Tirk têk bibin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Geşedanên dawîn ên li Sûriyê û aloziya ku heta niha berdewam e, îsbat dikin ku projeya şehîd Xebat Dêrik ku rêgezên bingehîn ên şoreşa Rojavayê danîne, ya herî rast e. Nûrî Mehmûd dibêje ku ji bo mîsogerkirina demokrasiyê û azadiyê ji nifşên nû re, divê her kes têkoşer Xebat Dêrik ji xwe re bike mînak.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Kongreya Star a Kobanê, Dirbêsiyê û Şedadê bi boneya salvegera damezirandina kongreyê şahiyek li dar dixe saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Cîgira seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê Zuleyxa Ebdî diyar kir ku girtina Leyla Guven ji aliyê desthilata Tirk ve, armanc jê lawazkirina hêviyên peydakirina çareseriyên demokratîk û aştiyane yên ji bo doza kurdî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê kargeha madeyên paqijiyê vekir. Ev kargeh li ser asta bajêr projeya yekemîn e, ji ber rewşa jiyanî ya jinên herêmê geş dike û derfeta kar ji wan re peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Dema tu di nava beşa jinan a Kampa Holê de bimeşî, zarokên ku hîna yeksalî nebûne, bala mirov dikişînin bi taybet ku li vê beşê mêr tune ne. Dema tu pirs dikî ev zarok ji ku derê hatine dibêjin: “Ew diyariya ji xwedê ye.” Gelo li beşa jinan tevî ku mêr tune ne, ev zarok ji ku derê hatine? (BI WÊNE Û DÎMEN)  

CIWAN

-Çalakiya Konvedanê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarên Hesekê û Qamişloyê di roja sêyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Digel azarên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bilindbûna kirêyên malan, Komîteya Yekitiya Esnafan gelek bendên sînordarkirina keysbaziya kirêdaran, birêxistinkirina mekanîzmaya xebata nivîsgehên avahîsazan û çarvdêriya li ser wan pêşniyar kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rûspiyên eşîran ên Dêrazorê diyar kir ku divê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan were rakirin û destnîşan kirin ku ferzkirina tecrîdê dijminahiya dewleta Tirk li dijî jiyana hevbeş ya di navbera gelan de nîşan dide.(BI WÊNE Û DÎMEN)  

-Şêx û rûspiyên eşîrên li Minbicê dagirkirina dewleta Tirk a ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re red kir û got ku armanca dewleta Tirk zindîkirina împaratoriya Osmanî ya li herêmê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)  

ANHA