​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 17-12-2020`AN

-Şopandina bûyerên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şêniyên Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Gerîla li Başûrê Kurdistanê çalakî li dar dixin saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Efrînê cenazeyên 2 şervanên Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) Mihemed Hebeş û Mistefa Muslim li navçeya Ehresê li kantona Şehbayê oxir dikin saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê bi boneya cejna Êzî mûm li ser gorên şehîdan li navçeya Ehresê vêdixe saet 16:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Êriş û topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî derdora bajarokê Eyn Îsayê di hefteyan çaran de didomin. Ev êriş û topbaran, li pêşiya “Nuqteyên çavdêr ên hevbeş” bi çavdêriya Rûsyayê pêk tên. Li hemberî wan êrişan û bêdengiya Rûsyayê şêniyên herêmên li qadan in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Yektiya Ragihandina Azad Bengîn Seydo got: "Tiştekî ku rojamevan neçarî imzekirina li ser belgeya neşopandina bûyeran bike, li tevahî dinyayê tune ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Malbatên şehîdan ên bajarê Minbicê piştrast kirin ku ew ê li herêma ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bendeke asê bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên HPC’ê yên li rojhilatê kantona Kobanê gotin, xweparastinê berpirsiyariya tevahiyan e û bepirsê civakê ya sereke ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pisporê şûnwaran ê sûrî Yasir Şohan diyar kir ku talankirina şûnwarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcekî şer û sûcekî li dijî bîraweriya mirovahiyê ye. Bi wê re dewleta tirk hewl dide çandên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya dizîn, wêrankirina şaristaniyê, biçewisîne. Lê dê têgihaştina gelên li herêmê berjewendiyên Erdogan ên bi armanca îmhakirina çanda herêmê, têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Salih Gedo diyar kir ku tenê dijminên gelê Kurd ji şerê navxweyî sûdê werdigirin. Her wiha bang li PDK`ê kir ku bila ti keleman li pêşiya yekrêziya gelê Kurd daneyne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê piştgiriya xwe bi girtiyên siyasî ya ji 21 rojan ve di greva birçîbûnê de ne, ragihand û bang li rakirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mamosteyên êzidî peymana di navbera hikumeta Iraqê û PDK`ê de ya têkildarî birêvebirina Şengalê, wekî qirkirina Kurdan dibînin, ji ber vê heta dawiyê dê piştgiriya şêniyên Şengalê bikin û peymanên wiha red bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji îradeya jinan ditirse û ji ber vê yekê bi zîhniyeteke dewletperest êrişî jinan dike û got: "Şoreş û pergala ku ji hêla jinan ve hatiye avakirin, dikin hedef. Birêxistinkirina tevgera jinan, di hilweşandina pergala dewleta Tirk de xwedî roleke mezin e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

Di têkiliyên rûsî-îranî yên li ser qada Sûriyê de nixumandinek heye. Li gel wê jî nîqaş li ser rikeberî û agahiyên der barê erka Rûsyayê ya bidawîkirina serweriya Îranê de hene. Bi wê re pirsên girîng ên girêdayî bandora wê li ser aloziya Sûriyê û pêşeroja têkiliyên her du welatan derdikevin holê. (BI WÊNE)

ANHA