​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 24-12-2020`AN

-Şopandina bûyerên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şêniyên navçeya Amûde û Til Koçerê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê dimeşin saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Eyn Îsayê îdiayên artêşa Tirk a dagirker ku di êrişên xwe de pêş dikeve, derewandin û piştrast kirin ku ruxmî topbarana hovane û binpêkirina agirbestê ew dev ji axa xwe bernadin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Reqayê Emar Ekaş destnîşan kir ku ew li hundirê gundê Cehbel in û berxwedana wan berdewam e û bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmê, didin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Kobanê êrişên li dijî Eyn Îsayê û bêdengiya Rûsyayê jî êrişan şermezar kirin û gotin ku Rûsya derfetê dide dagirkeriyê ku herêmên wan dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rûspiyeyekî eşîra Şêxan ê li bajarokê Zirganê got sewqiyet û tevgerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tenê kîlometrekê ji bajarokê wan dûr e, li gel wê jî hêzên Rûsya û hikumeta Şamê bêdeng in. Lê li beramberî gefan rêya yekane hevgirtin e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Mersîma oxirkirina şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li goristana şehîdan a Dîcle li bajarê Kobanê li dar dikeve saet 14:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Ji daxuyaniyên Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî ku sala 2020'an dane û ji tevgerên wan ên li ser erdê, asta dijminahiya wan a li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û tevkariya wan a bi dewleta Tirk re eşkere dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê destnîşan kir ku rêxistin û hevgirtina bi fikira rêber Abdullah Ocalan rêya herî guncaw a şikandina tecrîdê û naveroka wê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamê Yekitiya Parêzerên li herêma Cizîrê Mihemed Emîn El-Neîmî destnîşan kir ku sûcên artêşa Tirk nexasim ên li dijî girtiyên siyasî, li dijî mirovahiyê ne. El-Neîmî diyar kir ku bêdengiya rêxistinên parastina mafên mirovan ji kiryarên desthilata Tirk kambaxtir e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dewleta Tirk plan dike ku piştî Lîbya û Qerebaxê çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanê yên bermahiyên El-Nusra û DAIŞ’ê li Heftanînê bi cih bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda ku li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û ji bo piştgiriya grêva birçîbûnê ya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de, çalakiyekê li navçeya Ehrezê li dar dixin saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a li Helebê, ji bo şermezarkirina tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, çalakiya konvedanê li dar dixist, saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star a Kobanê, ji bo şermezarkirina tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û ji bo piştgiriya grêva birçîbûnê ya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de meşekê li dar dixe saet 12:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jinên di partiyên siyasî de derbarê girtina parlamenter Leyla Guven daxuyeniyek li Parka Xwendinê ya li Qamişloyê didin saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat Kurd li Sûriyê Gîlo Îsa destnîşan kir ku partiyên kurdî heta niha baş bi rola xwe ranebûne û divê civaka Kurd li dijî êrişên artêşa Tirk bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê, çalakiyekê li dar dixin saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşa yekemîn a emeliyeta dil a vekirî bi dabînkirina tevahî alavên guncaw û kardroyên pispor vekir. Dê ev beş çaryeke yekemîn a sala bê de têkeve xizmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA