ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 26-11-2020`AN

-Şopandina bûyerên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Fermandarên QSD’ê yên li eniya Eyn Îsayê destnîşan kirin ku berxwedana QSD`ê derbeyek mezin li dewleta Tirk û çeteyên wê da û êrişên wê yên li dijî bajarokê şikandin. Fermandaran got: “Heke bi dehan caran êrişê me bikin ew ê her carê têk biçin û li ber berxwedana me wê bişkinn.”(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Derçûyên Zanîngeha Rojava li gorî branşên xwe dest bi xebata li saziyên Rêveberiya Xweser kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin tevgera artêşa hikumeta Iraqê yên li derdora Şengalê şermezar kirin. şêniyan diyar kir ku ew tevger mîna qirkirineke nû li dijî êzidiyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Welatiyên herêmê rave kir ku ew ji hevkariya ENKS`ê bi dewleta Tirk û serdanên wê yên domdar ji Tirkiyê re nerazîne û gotin: Ev serdan li ser yekitiya Kurd xeternak in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Kongreya Star a Kobanê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li qada Jina Azad daxuyaniyek dide saet 11:00`an(BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Malbatên şervanên ku di nava refên Gerîla de şehîd bûne, diyar kir ku PKK nûnertiya şoreşa li dijî rejîmên faşîst dike û dengê gelên bindest li hember zordariyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Malbatên şehîdan Gulistan û Meysa diyar kir ku PKK`ê dilê gelê Kurd e û got: Dema herêmek ji Kurdistanê dikeve tengiyê, PKK`ê bi lez û bê dudilî diparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şehîd Welat li ser PKK’ê wiha got: "Cîhan dizane ku PKK ne aşiqê çekê ye, lê ji bo aştiyê hilgirtiye" û bi rêya peyama xwe wiha xwezaya Kurdistanê wesif kir: "Wênesazên pisporane li hember xêzkirina wê aciz in û helbestanên herî zîrek nikarin wesfekî hêsan jî li ser bikin." Şêniya ku bi rêber Abdullah Ocalan re civiya bi bîr xist ku rêbertî girîngî dida ku Kurd pişta xwe bidin xwe, da ku doza xwe çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a bajarê Minbicê di çarçoveya xebatên xizmetguzarî de, hewl dide birca saetekê li navrasta bajêr ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê ji bo piştigriya şêniyên Şengalê û rêveberiya wê ya xweser û ji bo şermezarkirina lihevkirinên di navbera hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê de meşek li dar dixe saet 15:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê girêdayî pêşketinên li Şengalê li qada Jina Azad a li Kobanê daxuyaniyek dide saet 13.30`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Kobanê bi boneya salvgera 43`yan a damezirandina PKK`ê şahiyekê li dar dixe saet 14:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Girkê Legê Akademiya Çandî ya ciwanan Mezopotamyayê bi navê Şehîd Serxwebûn vedike saet 14:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA