ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 29-10-2020`AN

-Şopandina bûyerên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Yekitiya Rewşenbîran a Efrîn û Desteya Ciwan û Werzîşê navên kesên ku di pêşbirka şehîd Xerzan a wêjeyî de bi serketine li navenda Desteya Çand û Hunerê ya bajarokê Fafînê ya kantona Şehbayê eşkere dike saet 15:00`an.

-Mamosteyên Hesekê diyar kir ku tu kes nikare meteryalên kurdî li herêmên Rojavayê Kurdistanê rake û piştrast kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê berhema keda şehîdan e û tu kes nikare rake. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Cîgirê Serokê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmeta Hebîb rave kir ku ew der barê vekişîna artêşa Tirk a dagirker ji hin nuqteyên li Idilbê bi fikar in ku dibe ev vekişîn lihevkirineke rûsî-tirkî be ji bo destpêkirina êrişeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku pêwîst e di formekirina destûra nû ya Sûriyê de mafên tevahî pêkhateyan hebe û bingehên rizgarkirina Sûriyê ji dagirkeran bên danîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Cîgira Serokê Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî bang li civaka navneteweyî kir ku kiryarên li herêmên dewleta Tirk dagir kirine, paşguh nekin û got: "Tiştê ku dewleta Tirk dike di asta qirkirina komî de ye û dem hatiye ku cezayan li dijî wê ferz bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Hevserokê KNK`ê Ehmed Karamus hişyarî da PDK’ê û diyar kir ku şerekî di navbera Kurdan de wê bibe sedem ku hemû destkeftiyên Kurdan bên tasfiyekirin û got “KNK amade ye ku dest bi guftûgoyan di navbera Tevgera Azadiyê û PDK’ê de bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Gel a Şengalê Heso Îbrahîm bertek nîşanî peymana di navbera hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê de da û destnîşan kir ku dê li hemberî hêzên ku dixwazin careke din wan bi xiyanetê re rû bi rû bikin, li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Seroka Weqfa Jinan a Iraqê Şamîran Odîşo destnîşan kir ku kêmasiyên hikumetê ji bo sazkirina qanûnên ku jinan biparêzin, bûye sedema zêdebûna asta tundiyê li Iraqê û Herêma Kurdistanê. Her wiha îşaret pê kir ku însiyatîfa wan li Rojhilata Navîn ji bo rêgirtina li pêşiya zêdegaviyên li dijî jinan e da ku zextê bikin ji bo ku jinan bigihînin erkên biryarwergirtinê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dayikên şehîdan bang li PDK’ê kir ku zemînekî ji birakujiyê re ava neke da ku nekeve xizmeta dijminên doza Kurd. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA