​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 7-1-2021`AN

-Şopandina bûyerên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şêniyên herêma Cidêdat a rojhilatê Reqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşekê li dar dixin saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Çilaxa şehîd li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê Sakîna Cansiz bi bîr tîne saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteyên Şaredariyan a Minbicê civîna xwe ya salane ji bo nirxandina xebatên sala 2020`an li dar dixe saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî hewldanên têkçûyî yên teşwîqkirina şêniyên Dêrazorê li dijî rêveberiya wê ya sivîl û QSD’ê, daîreyên şerê taybet ên girêdayî hêzên destwerdanê li Sûriyê dikin, ji têkbirina aramiya li herêmê derbe dest bi bikaranîna malperên tevnên kir. Lê Xesan Yûsif piştrast kir ku eniya hundirîn têrê dike ku van hewldanan jî bi bin bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê rêzesûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên li kantona Efrînê pêk anîne, nexasim li dijî jinan, eşkere kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyê eşîra Egêdat Îbrahîm EMistefa Ebû Nadir tecrîda ku dagirkeriya Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, êrişên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêdengiya navnetewî der barê van sûcan şermezar kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Di roja 5’an de çalakiyên greva birçîbûnê li Kobanê bi armanca piştgirtiya hemleya greva birçîbûnê ya girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de û şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Ocalan, berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Sendîkaya Parêzeran a Herêma Cizîrê Îdrîs Îso tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got “Dewleta Tirk qanûnên xwe jî binpê dike. Lê belê mafên her kesî heye ku di çarçoveya qanûnan de bi awayekî adilane were darizandin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kesayetên welatparêz diyar kir ku sewqiyetên leşkerî yên PDK’ê yên li hember dergeha Sêmalkayê ya bi ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, tevgerên dijminane ne û ji zihniyeta teng a malbatî ya li ser hesabê berjewendiya Kurd e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo piştgiriya bi parlamenter Leyla Guven re çalalikeyeke li dar dixe saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamên saziyên jinan ên li bajarê Helebê got ku dewleta Tirk mafên gelên demokratîxwaz û siyasiyan bin pê dike û ew ê heta dawiyê piştgiriya hemleya greva birçîbûnê bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker nuqteyên leşkerî yên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê bê bertek dimînin. Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Ehmed Şêxo piştrast kir ku ev êriş rêbazeke şerê taybet ê Rûsya û Tirkiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Nadine Meneza got Komîteya Amerîkayê ya Parastina Azadiya Olan (USCIRF) li hikumeta DYA`yê wesiyet kir ku divê Rêveberiya Xweser di tevahî çalakiyan de li gorî biryara NY’yê ya bi jimareya 2254’an û danûstandinên Cinêvê de beşdar be.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Pêdiviya wê bi konê, hişt ku li pîşeya xwe di dema biçûk de ya ji dayika xwe fêr bûye vegere. Ew jî çêkirina darikên qamiş e, da ku dîwar pê çêke û malbata xwe ji sermaya zivistanê biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Girseya civak û rewşenbîran a li Şedadê eşkere kir ku bicihkirina çeteyên DAIŞ’ê li Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, bi armanca rewabûna wê ye û ev yek hat redkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA