ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01- 01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Şêniyên kantona Kobanê teqez kirin ku tekane rêya bersivdayîa êrişan, berxwedan e û xwespartina aliyên derve şaşiyeke mezin e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên ku ferdên wan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin got: "Hêviya me ji bo sala nû aştî li herêmê pêk were û em agahiyan derbarê zarokên xwe yên hatine revandin nas bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên gundên Derdara yê navçeya Til Temirê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser navçeyê da got: "Em dest ji xaka xwe bernadin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Penaberekî iraqî ku ji Serêkaniyê hatiye koçberkirin diyar kir ku kesên ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide li Serêkaniyê bi cih bike, malbatên çeteyên DAIŞ`ê û got: “Ji bilî me, tu welatiyên Iraqê li Serêkaniyê tune bûn.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamê HRRK`ê helbestvan Ehmed Huseynî ku cihê xwe di nava şandeya çûye Başûrê Kudistanê digirt, serdana wan a Başûr bi gaveke serkeftî bi nav kir û diyar kir ku rewşenbîrên Kurd şerê navxweyî red dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzeran diyar kir ku paşguhkirina dewleta Tirk biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya serbestbedana Selahattîn Demirtaş piştrast dike ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike û dixwaze muxalifan di girtîgehan de ragire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi armanca pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê û alîkariya bi jinên koçber ên Serêkaniyê, Komîteya Aboriya Jinan a Kongreya Star 5 hezar û 800 donim erd veqetand da ku projeyan ji bo wan were vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolîner Sirûşt Helebçe got dewleta Tirk, Leyla Guven wek xetereyekê dibîne, ji ber wê siyasetên tund li dijî wê û li dijî tevahiya siyasetmedaran dimeşîne. Sirûşt banga piştgiriya girtiyên siyasî û jinên girtî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî ku projeya çandina sebzeyên zivistanê di sala yekem de bi ser ket Koperatîfa Aboriya Jinan îsal jî sebzeyan diçîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berdevka Meclisa Jinan a Minbic û gundewarên wê diyar kir ku girtina parlamantera HDP`ê Leyla Guven  sûcek e û tu qanûn vê yekê rewa nake. Her wiha  bang li jinan kir ku li dijî dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid hişyarî li ser siyasetên tirkkirinê li herêmên dagirkirî yên ji bakur û rojavayê Sûriyê da û da zanîn ku Rûsya "şirîkekî di bin maseyê de ye" da ku dagirkirina Tirk ji Sûriyê re berfireh bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Lêkolînerê kar û barên komên îslamî û terorîst Ehmed Ban destnîşan kir ku DAIŞ'ê bi rêya 12 şaxên xwe yên li tevahî herêmê heye û got: "DAIŞ di stratejiya  xwe de xwe dispêre bicihkirin, sererastkirina torên xwe yên darayî, avakirina torên leşkerkirina nû û teşwîqkirina li ser zêdekirina endamên." (BI WÊNE).

CÎHAN

- Bi nêzbûna salvegera yekemîn a kuştina generalê îranî Qasim Suleymanî re, nakokiyên di navbera Washington û Tehranê de, bi taybet li qada Iraqê zêde dibin. Hin axaftin hebûn ku serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaz dikir ku şerekî bi Îranê re pêk bîne û axaftinên din jî yên li ser niyeta tolhildana Îranê ji kuştina Suleymanî hebûn. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Bi armanca avakirina civaka exlaqî û demokratîk a li ser bingeha rihekî hevbeş, Tevgera Civaka Demokratîk li taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiya yên Helebê gelek yekitî ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di demekê de ku rêxistinên navneteweyî bi erkê xwe ranebin, Koronayê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kar û xebatê yê bi armanca pêşîlêgirtina vîrusa berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA