ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01 -04-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Piştî biryara Rêveberiya Xweser a girtina tedbîrên li hember koronavîrusê Nexweşxaneya El-Elî ya taybet a li navçeya Dirbêsiyê bi pereyên hindik nexweşan pêşwazî dike û 24 saetan di xizmetê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kurê jina bi navê Yaşer Mela Neisan ev 6 sale ji aliyê çeteyên DAİŞ’ê ve hatiye revandin. Lê rexmî ku ev çend sale dayîka Yaşer Mela Neisan ji kurê xwe tu agahî negirtiye jî di dilê xwe de hêviya vegera kurê xwe yê bi navê Welat Qetaş zindî digire.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Pisporê ewlekariyê û lêkolînerê kar û barên Somalê Ebdulezîz Al Karsî destwerdana dewleta Tirk li Somalê, hewldana kontrolkirina beravên Somalê û talankirina xêr û bêrên gelê wê, şermezar kirin. (BI WÊNE).

JIN

- Li gel ferzkirina qedexeya derketina derve, bijîşk Menal Mihemed pisporê nexweşiyên jinan însiyatîfek mirovî  ragihand da ku alîkariya şêniyan bike. Bijîşk Menal Mihemed wê jinan bê pere pêşwazî bike(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li navçeya Eyn Îsayê, HPC ji bo parastina tenduristiyê, hişyarkirina gel û êrişên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bê navber li ser karê xwe ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên êlên bajarê Minbicê û gundewarê wê li gel pêkanîna tedbîrên xweparastinê ya li hemberî koronavîrusê, bang li kesên dewletmend û zengîn kirin ku alîkariya xizanan ên ku ji ber rawestandina karên xwe zirar dîtine, dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî ferzkirina qedexeya derketina derve ya bi armanca rêgirtina li pêşiya derktina vîrusa Korona, firoşkarên gerok di nav navçe, bajarok û taxên bajarê Qamişlo de dixuyin. Ji ber şênî karîn hinek pêdiviyên xwe peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji ber daxwaza li ser maskan û kêmbûna wan, werşeyên dirûtinê dest bi çêkirin maskan û belavkirina wan li dermanxaneyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA