ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriy têkildarî encamên Qanûna Qeyser û asyonên çareseriyê, komxebatekê li avahiya têkiliyên derve ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên hefteya çandê ya Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê di roja xwe ya duyemîn de li kampa Vegerê ya navçeya Şêrawa tê lidarxistin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê panelekê bi navê "Qanûna Qeyser û encamên wê li ser gelê Sûriyê" li hola çand û hunerê ya bajarê Reqayê li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdên komkujiya Til Rifetê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kirin ku komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarok û jinan rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên êlên Ereb ên bajarê Reqayê destnîşan kirin ku mudexeleyên Tirkiyê yên di Lîbya, Sûriyê û Iraqê de rastiya siyasetên wê yên dijberî gelên herêmê eşkere dikin.  Rûspiyan gotin divê civaka navdewletî erkê xwe bi cih bîne û dewleta Tirk ji ber siyasetên wê yên dagirkirina herêmê muhasebe bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hiqûqnas Mihemed Emîn El-Naîmî diyar kir ku dewleta Tirk bi sûcên xwe ewlehî û aştiya navdewletî dixe xeteriyê. Lewra divê civaka navdewletî  giliyek navdewletî li dijî sûcdaran li dadgeha navdewletî ya cezayan bilivîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Rojnamegerên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: " Çapemeniya Kurd bi taybet ya jin, mîn dara berhemdar e ku ruxmî bahozan berhemê dide û bê westandin têkoşîna xwe domandin da ku bibe denga jinê. Îsbata vê yekê lidarxistina konferansa jin û serkeftina wê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- 58 rêxistinên jinan, hiqûqî, tenduristî, çandî û çalakvan ji cîhanê bangawaziya Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sekreterê giştî yê NY û rêxistinên jinan a girêdayî rawestandina sûcên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê îmze kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Şêwirmendê ragihandinê yê serokê parlamantoya Lîbyayê Fethî El-Mrîmî got, mudexeleya Tirkiyê di karûbarên Lîbyayê de rewş aloztir kir. Her wiha destnîşan kir ku heger Tirkiyê û hêzên Wîfaq êrişî Sirtê bikin ew ê daxwaza mudaxeleya parastinê ji Misirê bikin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê bi tecrubeyên xweser mezintirîn projeya derxistina kehrebeyê ji bo herêmên başûrê kantona Hesekê temam kir. Berpirsên projeyê destnîşan dikin ku di hefteya bê de dê proje destpê bike. Piştî ku pirsgirêkên di dema ceribandinê de derketine çareser kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Dîroka çaya çerkes vedigere serdema pîşeyên çerkes ên ku koçberî Rûsyayê kirine. Ev çayê xwedî taybetmendiyeke cûda ye û heta niha li gel çerkesan parastî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA