ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-08-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê diyar kir ku komkujiya ku dewleta Tirk li Minbicê pêk aniye sûcekî şer e, divê sûcdarên wî di dadgehek navneteweyî de werin darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Efrîniyek ku 3 salan di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de mabû, zilm û hovîtiya ku li ser girtiyan tê meşandin vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama  Koodînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Hacim diyar kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan hatiye ferzkirin, tê wateya înkara hebûna gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz û aştîxwaz e. Rewşen Hacim parve kir ku  felsefeya rêber Abdullah Ocalan  tevî komployan jî lê li ser rûyê erdê hatiye meşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-6 sal li ser salvegera fermana 74'an re ya li dijî êzidiyan derbas bûn, ku tê de hezaran jinên Êzidî hatin revandin û kolekirin. Bi hezaran hatin rizgarkirin, lê hîna çarenûsa bi hezaran ne diyar e. Gelo berpirsên vê fermanê kî ne û kî li hemberî wê sekinin? (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên Kurd ên li navçeya Til Temirê gotin: "Berxwedana li Heftanînê ya li dijî dewleta Tirk şoreşeke kurdan e, divê hemû hêzên Kurdistanî piştgiriya vê berxwedanê bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Gelek kes dipirsin gelo sedemên israra serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo êrişkirina Lîbyayê û kontrolkirina wê ji aliyên leşkerî û siyasî ve çi ne?

ÇAND Û HUNER

- Li gorî nêrîn û daneyên ku hatine çêkirin, çanda xwendina pirtûkan li Kobanê paşde çûye bi taybet di nava ciwanan de yên ku bi rewşên civakî bandor bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA