ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Akademiya Şehîd Birûsk a navçeya Şedadê encamên operasyona duyemîn a tinekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ li gundewarê Dêrazorê eşkere dike, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşmeya "Em parêzvanên xaka xwe ji bîr nakin" Kongreya Yekemîn a Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Navenda Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan li dar dikeve, saet 08:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Nûr ê di opersayonên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li gundewarê Dêrazorê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan tê oxirkirin, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Efrînê ya ku zêdeyî salekê  ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên der mirovî, ji revandin, êşkencekirin û kuştina sivîlan, her wiha talankirina xwezayê û guhertina demografîk bê navbera didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bang li rêjîma Sûriyê û rêxistinên navdewletî kir ku li hemberî lêkirina dîwarê parçekirina li Efrînê helwesta xwe diyar bike û gotin, dagirkeriya Tirkiyê bi vê yekê projeya netewa demokratîk dike hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Aliyên dijberî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li hemberî destkeftiyên şoreşê bê çare man dixwazin derbeyekê li gel bixin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker bi rêya şaneyên xwe yên veşartî hewl dide ewlehiya herêmên rizgarkirî bi taybet Minbicê têk bibin. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka şêniyan plan û hewldanên wan têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar Mehmûd Seyda got, nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekane rêya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û aloziya Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Sara ku yek ji rêxistinê li dijî şideta li ser jinan ye, di çarçoveya pêngavê xwe de dikarî xwe bighîne hejmarek mezin a jinên ku tundî li ser wan tê meşandin û bi wan re bibe alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÎNFOGRAFÎK

-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûyerên ku di hefteya derbasbûyî de derktin pêş. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Bi nêzîkbûna Cejna Remezanê re tevgera li bajar û gundewarê Reqayê zêdetir bûye. Li beramberî wê jî Şaredariya Gel gelek projeyên xizmetguzariyê daye destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din