ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Malbatên şehîdan û şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê bi cih bûne, beriya du mehan nameyek nivîskî radestî navenda lihevanînê ya Rûsyayê li gundewarê bakur Helebê kir. Şêniyan di nameyê de xwestin ku rê li pêşiya binpêkirinên dagirkeriya Tirk û dagirkirina xaka Sûriyê bi taybet Efrînê bên girtin. Lê heta niha bersîva nameyan nehatiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di nav bajarê ku berxwedana wê di nav bi sedan bajarên cîhanê de dengveda, odeyek heye ku wêneyên rûyên bi sedan kesên ku gelek çîrok di xendekan û qadên şer de li dijî terorê jiyane heye. Ew kes kêliyên berxwedanê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de xêz kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî du salan ji wefata kurên xwe di êrîşeke terorîst de ku li bajarokê Şihêlê yê Dêrazorê rû dabû de, kor dibe, bang li rêxistinên mirovî dikin ku alîkariya wî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Berpirsê têkiliyên derve û dîplomasî yê Partiya Yekitiya Demokratîk Bekir Hec Îsa dubarekirina hilbijartinên şaredariyê li Setnbolê û bi serketina muxelefeta Tirkiyê mîna şikandinekê ji xuyanegên dîktetorya desthilatdariya Tirkiyê bû bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Yekîtiya Parêzeran a herêma Serêkaniyê diyar kir kiryarên AKP‘ê û qetilkirina sivîlan li Başûrê Kurdistanê qanûnên navdewletî binpê dike û bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku li  hemberî binpêkirinên Tirkiyê helwesta xwe diyar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Şerê dijwar ku niha li bakurê Hema û başûrê Idlibê rû dide, şerê îradeya rasteqîn e. Dibe ku encamên wê li ser siberoja Bakurê Sûriyê bi taybet û gelemberiya Sûriyê bi giştî giran be.

JIN

-Şandeya Jinên Ewropayê serdana Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li navçeya Eyn Îsayê dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Yekîtiya Sporê ya herêma Efrînê bi hevkariya rêveberiya kampa Serdem, ji bo rêxistinkirina rojeke sporê li kampê, xwe amade dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cîhaza rodyolojiyê da navenda Tenduristiyê ya navçeya Şedadê. Navend pê re 24 saetan xizmetê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi hatina havînê re û bilindbûna pileya germê re nexweşî li kantona Şehbayê zêde bûn. Nexweşxaneya Avrîn di meha Hezîranê de 16 hezar û 464  nexweş dereman kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA