ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi wesîleya 1‘ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Cotkaran û Berhemên Sewaldariyê ya Herêma Cizîrê kongreya xwe ya yekemîn li Xwaringeha Teyfûr a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Efrînê bi merasîmekê şehîdekî xwe li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrisê oxir dikin, di merasîmê de nasnameya 3 şehîdan tê eşkerekirin, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Perwede û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê amadekariyên sala perwerdeyê ya 2019-2020‘an de bi her hefet komîteyên rêveberiyan re dicive, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşma "Ji gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re na û ji Sûriye ya bi ewle re erê" komxebata eşîrên herêma Firatê li gundê Tenhûza li dar dikeve, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên êlên kantona Şehbayê têkildarî peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotin:" Em bi peyama Ocalan ê aştiyê ya ji me re şandî kêfxweş in. Peyam tevkariyê dide avakirina çareseriyek siyasî ya dûrî şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Efrîniyên li kantona Şehbayê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya qeyûman a li  şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê dan û gotin armanca desteserkirina şaredariyan ew e ku serkeftin û îradeya gelan têk biçin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-`Ji ber bihabûnê ez nikarim niştergeriyê ji hevserê xwe re çêkim` bi van gotinan şêniya bi navê Hediye Welîka qala keysbaziya bijîşkan û nexweşxaneyên Qamişlo kir . Ji aliyê xwe ve Desteya Tenduristiyê diyar kir ku komîteye hatiye avakirine da ku çavdêriya kilînk û nexweşxaneyan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan tekez kir ku pêwîst e hemû li ser masaya diyalogê rûnên û rijandina xwîn û şeran rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di demekê de ku cîhan Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz dike, dewleta Tirk hemû maf û belgeyên navneteweyî yên mafên mirovan, sînorê di navbera dewletan û rêgezên aştiyê yên navneteweyî ku dewletên cîhanê li ser wê yekê li hev dikin, binpê dike. Dewleta dagirker kuştin, koçberkirin, dagirkirin, komkujî û sûcên qirêj ên şer pêk anîn û heta niha der heqê gelên Bakurê Sûriyê de pêk tîne. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê û koordînatorê giştî yê Yekitiya Hêzên Kurdî diyar kir ku Tirkiyê di gefên xwe de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cidî ye û armanca wê tunekirina hebûna Kurd li Sûriyê ye. Her  wiha destnîşan kir ku divê tevahiya partiyên Kurd gefên Tirkiyê bi awayekî cidî bigirin dest û berê xwe bidin yekrêziya refa Kurd. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li Idlibê ya ku şerên giran di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de rû didin agirbesteke yek alî ji hêla Rûsya ve hate îlankirin, li aliyekî din jî Ahmet Davutoglu gefa li hevalê xwe Erdogan xwar ku heger Sûriye, Iraq û Lubnanê bibe qada şerê di navbera Îran û Îsraîlê de dê mijarên girêdayî terora li welat eşkere bike. (BI WÊNE).

JIN

- Rêveberiyên Jin li Tebqa, Reqa û Dêrazorê di çarçoveya pêngava "Em bûn yek, bi serketin, emê li ber xwe bidin da ku biparêzin" komxebata rûspiyên jin ên eşîran li bajarê Tebqayê lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi rêya firina xwe ya taybet nan ji şêniyên 5 gundên rojhilatê gundewarê Kobanê re peyda dike û hewl da karê xwe pêş bixe di gavekê de ji bo ku rewşa aborî ya malbatê pêş bixe û alîkariy hevserê xwe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-5‘emîn Mîhrîcana Zarokan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a navçeya Girkê Legê dest pê dike, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên gundewarê navçeya Şedadê dest bi seyandin û sererastkirina xaniyên xwe yên kelpîçan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA