-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.
-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.
- Rewşenbîran piştrast kir ku dewleta Tirk ji êrişên xwe yên dawîn ên li dijî herêmê armanc dike herêmên dîtir dagir bike, demografiya wê biguher û qirkirina etnîkî pêk bîne û gotin ku baweriya wan bi gelê herêmê yê berxwedêr û têkoşer heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Serokê eşîra Welde Hamid El-Ferec piştrast kir ku êlên Ereb di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker de bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re ne. El-Ferec lihevkirina Rûsyayê bi dewleta Tirk a dagirker re li ser hesabê gelên herêmê, şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Şêniyên Dêrikê girtina Leyla Guven ji hêla desthilata Tirk ve û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî girtinê şermezar kir û destnîşan kir ku ev biryar berdewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên bakur û rojavayê Minbicê yên li hemberî eniyên şer bi çekên giran topbaran dike û malên sivîlan wêran dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Rûspiyên bajarê Helebê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê û tevahî xaka Sûriyê dan û piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan dan. Her wiha destnîşan kirin ku Rûsya bi bêdengiya xwe destekê dide êrişên dewleta Tirk. (BI WÊNE Û DÎMEN).
DOSYA
- Dewleta Tirk a dagirker di siyasetên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hemû rêbazaên dijminane dimeşîne. Gihaşt asta ku bi milyonana welatiyên sûrî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe tî bike. (BI WÊNE).
HEVPEYVÎN
- Rizgar Qasim destnîşan kir ku girîngiya jeostratejîk a navçeya Eyn Îsayê hişt ku bibe qada rageşiyê di navbera hêzên ku destwerdana Sûriyê dikin de û got ku baweriya bi Rûsya û Amerîkayê wekî dewletên garantorên agirbestê nemaye û heger helwestek neyê girtin, dê Tirkiyê binpêkirina peymanan bidomîne . (BI WÊNE Û DÎMEN).
POLÎTÎKA
- Endamê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Beşîr Mele Newaf diyar kir ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna planên xwe ajandeyên dewletên din bi kar tîne û wiha got:"Şandina çeteyan ji bo Herêmên Parastinê yên Medyayê ne tenê li ser kurdan, di heman demê de li ser tevahî Rojhilata Navîn xeter e." (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Malbatên şehîdan ên Helebê got di demekê de ku ji gelê Kurd yekitiya li dijî dijminan tê xwestin, kiryarên dawîn ên PDK`ê dikevin asta “îxanetê”. (BI WÊNE Û DÎMEN).
JIN
-Koçbera ji Girê Spî Şerîfa Mihemed, bang li rêxistinên navneteweyî kir ku di dosyaya koçberan de bazaran nekin û got ku daxwaza sereke ya koçberan ne alîkarî ye, lê belê derxistina dagirkeran e. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA