ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02 -04-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Di projeya alternatîf a stasyona Elokê ya ku avê dide derdora milyon kesî de, 13 bîr hatin kolandin. Tê payîn ku proje di dawiya meha Nîsanê de bikeve xizmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Şaredariyan a herêma Efrînê li dijî  Koronavîrusê hemleyên dezenfektekirinê dewam dike û tevî qedexeya derketinê jî xebatên xizmetgûzariyê pêşkêş dike. Hevseroka komîteyê diyar kir ku şênî li gorî biryarên wan tevdigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemû aliyên ku ne di nava qedexeya derketinê de ne, bi hemû rê û rêbazan hewl didin bikevin xizmeta gel û wan ji vîrusa Koronayê ku bûye şewbeke cîhanî, biparêzin. Yek ji wan jî foca Agirkujiyê ye ku ji saetên destpêkê yên sibehê de heta saetên êvarê, kar dike. Foca Agirkujiyê bang li şêniyan kir ku gilêşê di dema wê de bajêvin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendetiya Çandinî û Parastina Berhemdariya Lawiran a herêma Cizîrê ji bo tunekirina gihayên bi zerar li kêleka rêyên sereke yên di navbera bajar, navçe û bajarokên herêmê de, derman direşîne. Ev yek bi armanca ku şewat di dema mewsima çinînê de dernekeve, pêk hat. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA