​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser civîna xwe ya qanûnî ya asayî li hola civînan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqayê lidar dixe. Da ku madeya 10 a qanûna gumrikê biguhere û hinek bendên qanûna batlaneyan biguhere. Tevî hinek dozên giştî nîqaş bike saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Koçberên Efrînê diyar kirin ku lihevkirina kurdî hêviyek nû ji bo derxistina dagirkeran ji axa wan da. Her wiha destnîşan kirin ku lihevkirina di navbera partiyan de tenahiyek di navbera gelê Kurd bi giştî belav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevserokê Komîteya Tendursitiyê ya bajarokê Hecînê, ji Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Rêveberiya Xweser xwest ku piştevaniya guncaw bi hedefa beşkirina rewşa tendurirstî li bajarok, pêşkêş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Sekretêrê giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk li Sûriyê, Salih Gedo got: “Divê aliyên siyasî yên Kurd li hemberî êrişên dewleta Tirk helwestên xwe bikin yek. Armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e. Siyaseta dewleta Tirk zirarek mezin dighêjîne gelê Rojhilata Navîn jî.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jin

-Malbata şervana YPJ`ê ya êzidî Xwînda ku niha li Eyn Îsayê tola malbata xwe hiltîne, ji ber komkujiya dewlet Tirk a dagirker a sala 1934`an neçar bû ku koçberî Efrînê bibe. Xwînda dibêje herî zêde ew di nav rafên YPJ`ê de parastina nirxên xwe dike.

-Evîn Cuma û Evîn Siwêd metirsiyên xwe der barê rewşa tenduristî ya siyasetmedar Zeyneb Celaliyan anîn ziman û got divê dan û standin bi girtiyan re li gorî qanûnên mafên mirovan pêk bê, her wiha bang li rêxistinên mirovan kir ku rewşa girtîgehan bişopînin.

-Endama Kongreya Star a kantona Efrînê Sûzan Mustafa bang li hemû jinên cîhanê kir ku li dijî dewleta Tirk a dagriker serî hildin. Her wiha ji rêxistinên hiqûqî xwest ku zextê li Tirkiyê bikin da ku rewşa jinên Efrînî yên hatine revandin eşkere bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên gundên ser xetên temas bi arêtşa Tirk a dagirker re, hewl didin zeviyên xwe biçînin da ku aloziya aborî ya ku  li herêmê çêbûye derbas bikin. Lê diyar dikin ku buhabûna parçeyên guhertinê û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker bandor li çandiniyê dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi zêdebûna nexweşên Koronavîrusê li herêmên di bin kontrola rêveberiya hikumeta Sûriyê de û li dewletên cîranên Sûriyê re, metirsiyên şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji belavbûna vîrusê li herêmên wan jî zêde dibin. Gelo tedbîrên Rêveberiya Xweser ji bo parastina  herêmê çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA