ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin

-Yekîtiya Rewşenbîran a Reqayê konferansa xwe ya damezirîner li navenda çandî saet 10:00`an li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiya Yekîtiya Demokratîk mersîma bîranîna endamê xwe Xalid Kotî di salvegera wefata wî de li Girê Spî organize dike saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên du şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir dikin saet 14:00`an (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dagirkeriya Tirk aliyê başûr û bakurê gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê piştî ku milkên şêniyan tala kir, bi temamî hilweşand da ku bargehên xwe yên leşkerî  ava bike û dîwara parçebûnê li navenda gund lêke. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rûspiyên êlên bajarê Reqayê teqez kirin ku dagirkeriya Tirk bi lêkirina dîwarê li Efrînê hewl dide xaka Sûriyê parçe bike. Ev jî li gorî wan dagirkirinek nû ye ji xaka Sûriyê re. Rûspiyan diyar kirin ku piştî bêdengiya rêjîma Sûriyê dê bersîva Bakurê Sûriyê wisa be: "Tişta ku li Colan û Lîwa Skenderon rû daye, bi saya hevgirtina bi hêz a tevahiya pêkhateyên Bakur Sûriyê,  li Efrînê dubare nabe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Diyare dê dîsa nakokî di navbera Hemas û Israîlê de derbikevin. Her du alî asta gav û gefên xwe zêde kirin. Israîl ji biryara berfirehkirina qada nêçîriyê ji şêniyên Xezayê re paşde vekişî. Her wiha komên filistînî tehdîd kirin ku carek din asta nakokiyê zêde bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Rêveberiya Jin a Reqayê Konferensa xwe ya yekemîn bi dirûşmeya Azadiya Jinê bingeha demopkratîk û giyana guhertinê ye li dar dixe saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-20 jinên navçeya Tirbespiyê di saetên berbangê sibehê ve ji mal ber bi zeviyên ku tê de şirîk in ve derdikevin. Bi hatina mewsima hilberînê mîna kemûn û nok re zeviyan ji şînatiyên bi zirar paqij dikin. Jinan destnîşan kir ku ew bi karê xwe serbilind in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Bêrîvan Hemûş wênesazek ji Efrînê ye. Bêrîvan di navbera barkirin û koçberiyê de hunera xwe parast û tev li gelek pêşengehan dibe. Wek bersîvdayînek ji dagirkeriya Tirk re şêwaza xwe diguhêre û bi rengên şirûstê, di tabloyên xwe de xwezaya Efrînê xêz dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a El-Keramê xebatên veguhestina sergoyên bêserûber didomîne. Heta niha 40 sergo veguhestine derveyî bajarokê û armeyên bixêrhatinê li deriyên têketin û derketina bajarokê danîn.

-Pîşeya bazirganiyê ji pîşeyên herî kevnar e li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Divê hindek taybetmendî ligel xwediyê vê pîşeyê hebe û bi xwediyên sewlan ve girêdayî ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA