ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiyên mertalên zindî yên şêniyên kantonên Kobanê û Girê Spî yên li dijî gefên  Tirkiyê li ser herêmê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê seraxiyê ji malbata şehîd Ehmed Ziyab El-Qeraf re dixwazin. Konê serasxiyê li gundê Teqleb ê başûrê Til Hemîsê tê venda, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nûnerê Asûriyan di Meclisa Rûspiyan a Kantona Hesekê de teqez kir ku yekitiya pêkhateyên herêmê çeka herî bi hêz a li hemberî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Buroya Karûbarên Koçberan Şêxmûs Ehmed anî ziman ku rêjeya desteka mirovî ya ji bo koçber û penaberên li kampa Holê pir kêm e û hişyariya xeteriya malbatên çeteyên DAIŞ‘ê da ku herger Tirkiyê êrîş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a ku li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên dagirkeriyê dixwe, êrîşî cotkaran dike û nahêle zeviyên xwe yên li nezî sînor biçînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nivîskar û rojnameger Hedîl Awîs got hêzên navdewletî û herêmî xwe ji şerê yekser ê li Sûriyê dûr dixin. Lewra her êrîşeke ji aliyê Tirkiyê ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser helwestên her du aliyan Rûs û Amerîka disekine. Hedîl tekez kir ku dijwar e mirov hevrûkirinekê di navbera bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin de bi yên ku li Efrînê rû dane çêbike. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Arya Mela Mihemed tekez kir ku tevahiya parêzer û dadwerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne DAIŞ`iyên nav herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê darizînin û got: "Em ji bo darizandina DAIŞ`ê xwe dixin tehlukeyê lê Tirkiyê hewl dide DAIŞ`ê bide revandin û vegerîne Sûriyê û Iraqê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokeşîrê Welda û Hevserokê Meclisa Qanûsaz a Tebqayê Hamid Abdulrehman El-Ferec got: “Tirkiye bi destwerdanên xwe yên di Sûriyê de armanc dike ku hêza xwe xurt bike û projeya Îxwam Mislimîn berfireh bike.  Tirkiye aloziya xwe ya hundirîn derbasî derve dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Êzîdî yên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê gotin: “Komkujiya Şengalê ji bo îmhakirina ola Êzîdî bû. Binpêkirinên ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê li ser gelê Êzîdî dan meşandin, niha Erdogan li kantona Efrînê li ser gelê Efrînê dide meşandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Êzidî yên Şengalê yên ku dê beşdarî  komxebata Kongreya Star a derbarê komkujiya 3‘yê Tebaxê de bibin, gotin: “Beşdarbûna me ji komxebatê re ji bo jinên Êzîdî serkeftinek mezin e. Êrîşên çeteyan îradeya jinên Êzidî neşkenand.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Li Dêrazorê pêvajoya duyemîn a pêxistina mamosteyan û sererastkirina dibistanan destpê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarokê Maşûq banga sererastkirina rêya sereke ya bajarokê ku xizmeta 20 gundan dike, kirin. Şardariyê diyar kir ku wan daxwaznameyek di vî warî de radestî Meclisa Şaredariyan a Kantona Qamişlo. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA