ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03- 01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê merasîmê oxirkirna şehîd Cemal Elo û Îbrahîm Xelîl li dar dixe, saet 12:00'an.

-Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên sala 2020'an li Efrîna dagirkirî daxuyaniyê dide, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê, merasîmê oxirkirina şehîd Warşîn Egîd û Hatim Beto li goristana Şehîd Dilşêr li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo civîna xwe ya salane li bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên êlên Reqayê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dan û gotin ku Rûsya bi bêdengiya xwe îsbat dike ku di rijandina xwîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şirîk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Li bajarê Kobanê çalakiya greva birçîbûnê ya xwedîdketina li berxwedana girtiyên di zindanên dewleta Tirk de û daxwaza rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan li qada Şehîd Egîd dest pê dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Çalagkerên jin ên herêma Firatê gotin: " Li pişt tecrîda ku rejîma Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, piraniya dewletaên cîhanê yên hegemon hene. Armanc ji vê tecrîdê ew e ku nehêlin perspektîfên nû yên rêbertî derkevin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Evîn Cuma destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya bichkirina malbatên çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Serêkaniyê hewl dide xaka Sûriyê parçe bike û tev li Tirkiyê bike. Evîn Cuma got ku ev kiryar sûcên der mirovî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ruxmî derfetên kêm, zihniyeta di bin kontrola aboriya kapîtalîzmê de û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinan di 2020`an de di warê aborî de encamên baş bi dest xistin û roleke girîng di sivikkirina aloziya aborî de lîst. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîsgeha Jinan a girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê alîkariya bi malbatên koçber û hewcedar re didomîne. Nivîsgehê pereyan di “Sindoqa Xêrxwazî” de ku ji bo alîkariya hewcedaran ava kiribû, kom dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo şermezarkirina girtina têkoşer Leyla Guven, Kongreya Star a bajarê Hesekê meşekê li bajarokê Redşeqra li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Tevî nakokî û zextên navneteweyî ku dibe li hemberî wan gûr bibin, Rûsya û Tirkiyê di nava hevkariyê de ne, bi nêzîbûna salvegera kuştina Qasim Suleymanî re aloziya di navbera Tehran û Washingtonê de zêde dibe. Li aliyekî din jî asyonên  çareseriya siyasî li Lîbyayê bêyî berjewendiyên Îxwan ava dibin.

ÇAND Û HUNER

- Îbrahîm Umer Îbrahîm ji beriya 20 salan ve alavên kevn ên ku nîşaneya dîrok û çanda herêmê ne, li mala xwe ya biçûk kom bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA