ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd Elî Mihemed Sedîq  li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên "Arêtşa Niştimanî ya Sûriyê" ji bo astengkirina şêniyan kiryar û binpêkirnên cûda pêk tînine. Ji saziyan destpê bike, polîtîkeyên tirkkirin û guhrtinna demografîk didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Eşrefiye li bajarê Helebê tecrîda ku li Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kirin û destnîşan kirin ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Şedadê diyar kirin ku hewldanên dewleta Tirk ên ji bo belavkirina tevliheviyê û têkbirina yekîtiya di navbera pêkhateyên herêmê de bibin ketin. Her wiha destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk vîn û îsrara wan a ji bo berxwedan û serkeftinê bilindtir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dûrî ajandeyên derve yên ku alozî girêktir kirin, hewl didin kongreyek niştîmanî ji opozîsyona demokratîk bi tevlibûna tevahiya aliyên opozîsyonê li ser masayekê lidar bixin. Her wiha destnîşan kir ku serhişkiya hikumeta Sûriyê li ser zihniyeta xwe Sûriyê gihand vî halî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Feleknas Ûca got “Li seranserê Kurdistanê ku dewleta Tirk şer daye destpêkirin, dixwazin Kurdan beriya sala 2023’an bê statu bihêlin. Ev ne rêya çareseriyê ye, ger rastî çareseriya demokrasiyê dixwazin divê yekser berê xwe bidin Îmraliyê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinan li bajarê Qamişlo bang li aliyên Kurd kirin ku pirsgirêkên xwe derbas bikin, nakokiyên partiyetî bidin aliyek û yekitiyê pêk bînin. Her wiha diyar kirin ku bi yekitiyê re serkeftin dê pêk were û ji bo dijminên Kurdan jî dê derbeyek be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên hefteya çandê ya ku Tevgera Kevana Zêrîn li dar dixe, di roja 4'an de li gundê Burc Qas ê navçeya Şêrawayê tê lidarxistin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Welatiyên bajarê Dêrikê diyar dikin ku di demên dawî de kalîteya nan baş bûye. Berpirsên firneyê jî gotin sedma başbûna na guhertina cûreyê ard e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê rêya petrolê ya herî stratejî li herêma Cizîrê sererast dike ku bajarê herêmê yên milên rojava û rojhilat bi hev ve girêdide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di demekê de ku rewşa aborî ya herêmê dijwar bûye û nirxên kel û pelan bilind bûne, Ramî El-Nayif di hewşa mala xwe de baxçeyek çêkiriye û berhemên wî li cîran û feqîran belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din