ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03. 12. 2019‘AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Hesekê cenazeyê 3 şehîdên QSD‘ê li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Girkê Legê têkildarî komkujiya li Til Rifatê daxuyaniyekê li ber avahiya meclisê dide, saet 10:00‘an. Girêdayî heman armancê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê li bajarê Kobanê daxuyaniyê dide, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmê çalakiya kon organîze dike, çalakî hefteyekê didome, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Buroya Parastinê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li dewletên endamên NATO`yê kir, ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Sûriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk ê li eniya navçeya Eyn Îsa Elî Şêr piştrast kir ku êrişên li ser navçeyê nîşana berdewamiya binpêkirinên hevpeymana agirbestê ye, her wiha di encama berdewamiya êrişên artêşa Tirk li dijî herêmê şaneyên DAIŞ`ê jî zindî dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberek ji Girê Spî got, ku armanca artêşa Tirk qirkirina etnîkî ya pêkhateyên bajêr e, nexasim a gelê Kurd e, nîşana vê yekê jî dema derbasî navçeya Girê Spî bûn, ji wê re gotine, tu kurd e ji herêmê derbikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa bajarokê Hecînê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê  hewl didin tevahiya pêkhateyên herêmê qir bikin û herêmê dagir bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û  Rojhilatê Sûriyê bang li cîhanê û civaka navdewletî kir ku  bilivin û helwesta xwe li hember komkujiyên artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê der heqê gelê Sûriyê de nîşan bidin. Bêrîvan teqez kir ku kesên Tirkiyê di dagirkirina axa Sûriyê de bi kar tîne, rêveberên DAIŞ`ê yên berê bûn û niha jî projeya xwe ya DAIŞ`î didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- NATO ku rêxistineke şerê sar e, bi pêşengiya DYA'yê bi armanca li dijî Pakta Varşovayê ya ku Yekitiya Sovyetê pêşengiya wê dikir, hêzekê ava bike; di sala 1949'an de hat avakirin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Rojnamevan û şîrovekarê siyasî Behaa El-Ewam nîşane diyar dikin ku têkiliyên Tirkiyê û hin dewletên di NATO‘yê de gelek aloz in ji ber wl îhtîmalên gihiştina helwestekê der barê êrişên Tirkiyê yên li ser Sûriyê de kêm dike. (BI WÊNE).

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Kemîran Ismaîl got di pêvejoya heyî de ji partiyên kurd tê xwestin ku bi lez çareseriyan bibînin, yekitiya kurdî ava bikin û li dora însiyatîfa kongreya neteweyî ya kurdistanê KNK`ê kom bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên rewşenbîr bal kişandên ser sûcên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" banga xistina vê komê nava lîsteya terorê ya cîhanê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan rola Msirê di bersivdayîna planên dewleta Tirkiyê de anî ziman, nexasim ku hikumeta Erdogan a îxwanî gefan li Msirê dixwe.Îbrahîm got, Msir kilîta çareserkirina aloziyên herêma erebî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya YPJ‘ê meşekê li dar dixe, meş ji ber çerxêrya Şehîdên Enternasyonalîst dest pê dike, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di çarçoveya çalakiyên 25‘ê Mijdarê Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Kobanê bi meşelayan li dar dixe, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên bajarê Qamişlo diyar kirin ku YPJ‘ê hêz û sembola wan e û dê piştevaniya xwe pê re bidomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA