ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

-Çalakiyên bi boneya 4‘ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin lidarxistin wê werin şopandin.

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi boneya salvegera xwe ya yekemîn şahiyekê li Hola Selam a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li taxa Şêxmeqûs a Helebê, endamê Nexweşxaneya Xalid Fecir ku di encamê êrîşên komên çete yên li ser taxê şehîd bû, di salvegera şehadeta xwe ya sêyemîn de tê bi bîranîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnasên Efrînê bang kirin ku divê DAIŞ`iyên girtî li gel QSD`ê di dadgehên navdewletî de werin darizandin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Helebê yên ku di salên notî de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine rojbûna Ocalan pîroz kirin û gotin rojbûna Ocalan ji bo gelê Kurd weke zayînek nû û destpêka naskirin û xwedî derketina gelê Kurd doza xwe ye.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Kantona Efrînê ji Eremn, Êzidî û Xiristiyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 70`ê wek hilata rojê piştî salên zulmê li ser gelên Rojhilata Navîn bi nav kirin û hêvî kirin ku di 4`ê Nîsanê de tecrîda ku li Ocalan hatiye ferzkirin bi dawî bibe.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Hesekê bi rasthatina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amadekariyên vekirine şitilgehekê û çandina darên zeytûnê dike.

POLÎTÎKA

-Siyasetmedar Mehmûd Osman got, diyaloga rastî ya di navbera tevahiya aliyên Sûriyê de bingeha her tevgerekê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ye. Osman bal kişand ku divê destûra Sûriyê ji bingehê misogerkirina mafê hemû pêkhateyan were guhertin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Encamên siyastên AKP`ê yên li ser astên derve û hundir bandor li hilbijartinên şaredariyan kir. Di encamê de Erdogan û partiya xwe her du paytextên rêveberî û aborî Enqere û Stenbol winda kirin.

JIN

- Endamên Komîteya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Şehbayê destnîşan kirin ku şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, nederizandina çeteyên DAIŞ`ê û dagirkirina Tirkiyê ji xakên Sûriyê re li pêşiya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê dibin asteng û ewlehiya herêmê têk dibe.(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Buroya Wezîşê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya şaxê Helebê turonveya fotbolê ya ciwanan bi navê "Cejên buharê" li satad Şiqêf destpê kir, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şano ya 4`emîn li ser dika Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo berdewam in, saet 16:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên Kantona Şehbayê bi desteka Komîteya Çandiniyê dest bi çandina cureyên sebzeyên havînê kirin. Bi vê yekê dê beşek ji pêwîstiyên şêniyan ji sebzeyan û derfetên kar werin peydakirin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî barana dawiyê bajarê Reqayê bi rengên biharê xemilî.(BI WÊNE Û DÎMEN)

VIDIOGIRAFÎK

- Li herêmên rojhilatê bajarê Qamişlo di demên dawî de baran bi dijwarî bariya û bû sedema lehiya, di encam de ziyan gihiştin mal û milkên sivîlan.

ANHA