ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Meclisa MSD`ê  kombûna êlên Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê li dar dixe saet 11:00`n.(BIWÊNE Û DÎMEN)

- Parastina xaka welatê xwe li ser her tiştekî din tercîh kir û isbat kir ku azadiya mirov bi azadiya xak, ziman û maf ve girêdayî ye. Bi vê baweriyê Azad Musa tev li şoreşa azadiyê bû û bû yek ji pêşengên ku ji bo parastina welat şehîd bûne.(BIWÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên kantona Şehbayê dibêjin ku Tirkiyê bi armanca qutkirina Efrînê ji Sûriyê dîwarê lêdike. Şêniyan destnîşan kirin ku bêdengiya Rûsyayê û rêjîma Sûriyê îşaret bi lihevkirineke nû bi Tirkiyê re hene..(BIWÊNE Û DÎMEN)

- Xiristyan, misluman û êzidiyên Herêma Cizîrê diyar kirin ku hevgirtian tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîst e. Her wiha tekez kirin ku DAIŞ`ê heya niha ne tenê li ser herêmek an jî olek an jî pêkhateyek lê belê li ser tevahiya mirovahiyê xeter e.(BIWÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Endamê Rêveberiya Giştî  ya PYD`ê Ehmed Xoçe destnîşan kire ku armanca lêkirina dîwarê parçekirina xaka Sûriyê ye û got: “Aloziya Sûriyê madem Tirkiyê xaka wê dagir kiriye çareser nabe.(BIWÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Weqfa Jina Azad desteka pêwîst ji tevahiya aliyên civakî, derûnî û çandî ve  ji zarokên sêwî re yên ku malbatên xwe di şer de winda kirine pêşkêş dike.(BIWÊNE Û DÎMEN)

ANHA