ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiyên mertalên zindî yên şêniyên kantonên Kobanê û Girê Spî yên li dijî gefên  Tirkiyê li ser herêmê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

-Bi wesîleya salvegera 5‘an fermana Şengalê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî têne lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

-Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê der barê salvegera komkujiya Şengalê de daxuyaniyekê dide. Li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê pêşengeheke wêneyan ku balê dikşîne ser binpêkirinên çeteyên DAIŞ û dagirkeriya Tirk ên der heqê olan de ji Şengal heta Efrînê tê vekirin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

-Malbatên şehîdan ên navçeya Dirbêsiyê anîn ziman ku ew rê nadin Tirkiyê ku xaka wan dagir bike û gotin "Ev xak bi xwîna zarokên me hatiye avdan em rê nadin Tirkiyê dagir bike û komkujiyan pêk bîne." (BI WÊNE Û DÎMEN.(

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê fermana 3‘yê Tebaxa 2014‘an a li Şengalê pêk hatî bi xaleke şerm li ser eniya mirovahiyê bi nav kir. Şêniyan bi bîr xistin ku YPG, YPJ, QSD, YBŞ û YJŞ‘ê tola êzidiyan hilanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

JIN

-Bi dirûşma "Parastina rûmeta jinên Şengalê parastina hebûna jinê ye" Kongreya Star komxebateke diyalogan li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

-Cîgira Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eyşe Cafo destnîşan kir ku komkujiya Şengalê di asta yekê de jin kir hedef, der heqê jin de sûcên herî hovane ji kuştin û tecawîzkirin pêk anîn, ji ber ku jin jiyanê diafirîne û civakê bi rêxistin dike. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

-Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji 6 hezar û 417 zêdekirî 3 hezar jin û zarokên Êzidî ji pencên çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin, lê aqûbeta hin kesan hîna ne diyar e.  Li aliyekê din tevgerên jinan ên Şengalê dixebite û bi rêya perwerdeyan destekê bidin jinên hatine rizgarkirin û tevlî civakê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

POLÎTÎKA

- Nivîskar û siyasetmedar Serkîs Ebû Zeyid got: "Tirkiyê destekada xwe ya bi komên tundraw re didomîne da ku wan wekî alavekê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi kar bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

-Endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê herêma Efrînê Sadiq Berekat li hemberî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gel kir ku li dora projeya Sûriye demokratîk a nenavendî kom bibin. Berekat tekez kir ku Tirkiyê planên xwe yên dagirkirina xaka Sûriyê berdewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

CIVAK Û JIYAN

-Karkrên beşê hawirdorê yê Şaredariya Gel a Girkê Legê giliyên pêkneanîna hin şênî û xwediyên dikanên li sûkê ya derxistina çop û avêtina qirêjiyê ya bêserûber kir. Her wiha jî ev jî dibe bargiraniyeke zêde li ser karkerên hawîrdorê. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

ANHA