ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Rûspiyên êlên Kurd û Ereb bi armanca nîqaşkirina rewşa  siyasî li navçeya Zerganê ya herêma Serêkaniyê dicivin, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji malbata şehîd Kemal Silêman re sersaxiyê dixwazin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê êla Emûr, Mihemed El-Umer ê ji bajarê Humsê beşdarî komxebata eşîrên herêma Firatê bibû. El- Umer got: “Gefên Tirkiyê ne tenê li ser Bakurê Sûriyê, di heman demê de bandorek nerênî li ser tevahiya Sûriyê dikin. Em gef û hewldanên dewleta Tirk ên derxistina fitneyê di navbera gelên Sûriyê  û Tirkiyê de şermezar dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hezar û 500 şêniyên ji Çiyayê  El- Zawiye yê ku ji ber şer çend caran koçber bûne, mînaka hevgirtin û jiyana komî ne. Ew niha li kampek a girêdayî Reqayê bicih bûne û bi hev re jiyana xwe didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê tekez kirin ku bi saya fedekariyên şehîdan herêm gihaştiye vê pêvajoyê û gotin: "Şehîdan ji me re mîrasek fikrî ku gel bi rêve dibe hişt. Lewra divê em erka xwe bicih bînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tîma Bersivdana Destpêkê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên derxistina cenazeyên ji gorên komî yên herêma Fexîx didome. Hate diyar ku ji destpêka rizgarkirina Reqayê heta niha 5 hezar cenaze hatine rakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayika Esmehan Resûl a ku ji beriya 20 salan bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, got: “Gotinên Ocalan ên beriya 20 salan niha pêk tên.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi dirûşmeya "Ax û rûmeta xwe biparêze û dagirkerî û DAIŞ`ê tune bike" Tevgera Kevana Zêrîn  û Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo çalakiyek hunerî stran, şano û dîlan tevî pêşengehek wêneyên şehîdan li dar dixe, saet 18:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-5‘emîn Mîhrecana Zarokan ku li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan û kantona Hesekê tê lidarxistin, dê were şopandin, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ajansa Rûmaf bi koordîneya Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê li Kampa Serdemê bi tevlîbûna 2 hezar zarokên Efrînê xêzkirina tabloya herî mezin li ser çawekî organîze kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hewl dide  beriya ku zivistan were xebatên xizmetguzarî ji şêniyên taxê re peyda bike. Ji aliyê xwe ve werşeyên şaredariyê toryên kanalîzasyonê paqij kirin û hindek rêyên ku zirar dîtine zift kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarê wê dewreyeke nû ji mamosteyên ku biserketin û di dibistanên bajêr û gundewar de hatin erkdarkirin, re vekir. Ev gav ji bo berdewamkirina plana komîteyê ji bo bilindkirina asta tevahiya mamosteyan di dibistanên Minbicê û gundewarê wê de, hat avêtin.

- Li sûkên bajêr û navçeyên herêma Cizîrê tevgera şêniyan bi nêzîkbûna sala perwedeyê re zêde bûye. Komîteyên rêveberiyên dibistanan jî xebatên sererastkirin û paqijkirina dibistanan bi dawî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA