-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.
-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.
-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Beşar Nayif Ehmed li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Rewşenbîr û hunermendên ji bajarê Kobanê êrişên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin û got ev êriş bi şewqa kesk a rûsî pêk tên. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Beriya du rojan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakurê bajarê Minbicê ku sivîl lê hene dan ber topan. Di encamê de ziyanên mezin gihiştin mal û milkên sivîlan. (BI WÊNE Û DÎMEN).
KURDISTAN
-Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Kobanê bi beşdarbûna 30 kesan di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).
JIN
- Jinên Ereb diyar kirin ku armanca dewleta Tirk ew e ku koletiyê li jinan ferz bike û destkeftiyên wan têk bibe. Jinan bang têkoşînê li hemberî faşîzma dewleta Tirk kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Jinên siyasetmedar ên ji Helebê destnîşan kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî, bi taybet Efrînê jinan dikin armanc da ku vîna wan bişkîne. Her wiha gotin ku ew ê hovîtiya dewleta Tirk li dijî jinan belge bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Jinên ku bi rêber Ocalan re rûniştine, diyar kir ku rêbertî ew ji çiraveke biêş ku bêhna koletiyê jê difore bi der xistin û tevahî xewnên wan pêk hatin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Jinên bajarê Reqayê piştrast kir ku dewleta Tirk ji pêşketin û çalakiyên jinan ên di qada siyasî de ditirse û ji bo xwe xeteriyekê dibîne, her wiha da zanîn ku Leyla Guven sembola vîna jina azad e. (BI WÊNE Û DÎMEN).
POLÎTÎKA
- Siyasetmedarên Kurd gotin ku PDK`ê ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî li ser hesabê Kurdistanê û doza kurdî bazirganiyê dike û bang li PDK`ê kirin li xeta niştimaniyê vegere. (BI WÊNE Û DÎMEN).
CIVAK Û JIYAN
-Meclisa Ermenî li avahiya xwe ya taxa Nasira ya bajarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Dêrazorê re dicive, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Şêniyên ku rêya M4 bi kar tînin ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bi fikar in û teqez kirin ku baweriya wan bi hêzên Rûsyayê nemaye. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA