ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-03-2021

-Şêniyên Kobanê bi nêzbûna Roja Jinan a Cîhanê saet di 12:00’an de meşekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo derbaskirina rojnamevanên nêzî xwe ji Efrînê re armanc dike ku sûcên xwe veşêre û rûyê xwe li hemberî raya giştî ya cîhanê xweşik bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Aborînasekî da zanîn ku sedema hilweşandina aboriya li Sûriyê di encama destwerdana kesên xirab ên dewlemendiyên li welêt de ye û got rewş dê ji wiha xerabtir bibe û îşaret bi karên Rêveberiya Xweser kir ku dixwaze barên şêniyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê sivik bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rewşenbîr û hiqûqnasên herêma Efrînê gotin vekirina navenda çandê bi zimanê Tirkî li bajarê Efrînê, hewldana ferzkirina çanda Osmanî li herêmê û qirkirina hebûna Kurdî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Çeteyên DAIŞ`ê pêkanîna bûyerên kuştinê li Dêrazorê didomîne û li Baxozê bi rêya mayînên ku diçîne, jiyana sivîlan dixe xeteriyê û dikuje. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Koçberên Efrînê destnîşan kir ku pêşwazîkirina çeteyên Îtîlafa Sûriyê li Kurdistanê ajande û berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne. Her wiha bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên PDK`ê yên dijberî gelê Kurd bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Jinên Şaredariya Gel a Reqayê daran bi boneya rasthatina 8’ê Adarê diçînin û li gel wê jî şahiyekê ji mamosteyên jin ên dibistana Buhtirî re li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê panelekê li Reqayê bi diruşma "Bi berxwedana Barîn û Arînê me dest pê kir û bi siyaseta Hevrîn û Zerhra li ber xwe da û bi vîna Seida û Hind em ê bi ser kevin" li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dirbêsiyê çalakiya darçandinê li gundê Jînwar li dar dixe, saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Nivîsgeha Jinan a Partiya Nûjen û Demokrat a Sûriyê li Minbicê şahiyekê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê saet di 13:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji rêzeçalakiyên Kongreya Star ên bi boneya Roja Jinan a Cîhanê jinên navçeya Tirbespiyê berê xwe didin Goristana Şehîd Dilşêr da ku mûman li ser gorên şehîdan pêxin. Saet di 16:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Nivîsgeha Jinan a Partiya Nûjen û Demokrat a Sûriyê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê şahiyekê li navenda partiyê ya Qamişlo saet di 15:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama Akademiya Jineolojiyê Şervîn Nûdem destnîşan kir ku hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê qeyranek didome û hebûna şoreşa Rojava hêviyek mezin ji bo çareseriya wê çêkiriye û got “Mifteya azadiyê ya hemû jinan di vê şoreşê de veşartî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Parlamanterekî catalanî bi tundî siyasetên Ewropa yên li hemberî gelê Kurd û bêdengiya li hemberî sûcên dewleta Tirk rexne kir, di heman demê de îşaret bi pêşketinên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Nivîskarên Kurd a Sûriyê çalakiya bîranîna salvegera 11’emîn a mirina nivîskar Rizo Osî li Parka Xwendinê ya Qamişlo saet di 14:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Jîngeh û Herêmî ya Rêveberiya Xweser û pispora kar û barên hawîrdorê Hêvîn Şêxo hişyar da ku heke dewleta Tirk kêmkirina asta herikîna ava çemê Firatê bidomîne dê rewşa jiyanî ya li herêmê aloztir bibe û dê karesatên hawîrdorê li herêmê rû bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Meclisa Sivîl a Reqayê soz da ku ew ê di nava deh rojan de kanala"B C 5" çêke ku avê ji sedî 35 ji erdên bajarokê Hecînê yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê re dabîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komiteya Jîngehê ya şaredariya gel a Til Hemîsê hemleya paqijkirinê bi boneya 8’ê Adarê saet di 11:00’an dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Topbaran dewleta Tirk a dagirker ku ev 3 meh in bê navber li ser navçeya Eyn Îsa dewam dike, gelek gundên li ser rêya M4 wêran kirin.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA