ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04 -04-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) kongoreyeke çapemeniyê ji bo ragihandina avakirina komîteya girtiyên hatine revandine li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo lidar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di meha Adarê de êrişên dagirkeriyê yên li dijî Eyn Îsa û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber dewam kir. Li gorî daneyên nefermî, hêzên dagirker 18 caran êriş kir û hêzên xweparastina meşrû jî bersiv da û di pevçûnan de 9 çete hatin kuştin, balafireke bêpîlot a dewleta Tirk hate xistin, erbeyeke ku çeka doçka li ser, hate îmhakirin. Di êrişan de sivîlek û şervanekî QSD’ê jî şehîd bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyê bi navê Mihemed Seyîd Yûsif ê ku di salên 1985 û 1994’an de bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye, got: "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna azadî, rûmetê ye û roja xilasiya gelên bindest e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşî li Koronavîrusê (Covid-19) bigrin,  hewl dide alavên nefeskişandinê peyda bikin. Hevserokê Desteya Tenduristiyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku 27 alavên nefeskişandinê li cem wan hene û niha jî hewl didin hejmara wan alavan zêde bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Abdullah Ocalan: Rabirdûya mirovatiyê hînê rastîn e. Ezê jê re bi hurmet bim û ezê li wir li jiyanê bigerim bibînim û ji nû ve bidim destpêkirin. Paşerojê ji kar anîna van hewldanan zêdetir tiştekî din nebe. (BI WÊNE).

- Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di rewşên awarte de hat avakirin. YPJ ne tenê ji bo parastina gel, di heman demê de ji bo parastina mafê jinê. Ji ber vê yekê bûn nasnameyên  jinên têkoşer û hêzeke leşkerî ku hemû jinên cîhanê azadiya xwe tê de dibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

Jinên ku hevdîtin bi Rêber Abdulalh Ocalan re pêk anînbû gotin: "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna hemû jinan e. Gelek wateyên wê yên pîroz hene. Rojbûna Rêbertî mîna jiyanek nû ji bo jinan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA