ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

-Çalakiyên bi boneya 4‘ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin lidarxistin wê werin şopandin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar Ebdulezîz Hemdûş got: “Diyaloga niştîmanî riya tekane ya çareseriya aloziya Sûriyê û ragihandina serkeftina niştîmanî ya tevahiya gelê Sûriyê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedarên jin ên bajarê Helebê destnîşan kirin ku DAIŞ bi hevgirtina tevahiya pêkhateyên Sûriyê têk çû û wiha got: “Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê jî yekgirtina kedan pêwîste.”(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Jinên kantonên Efrîn û Şehbayê yên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, roja 4`ê Nîsanê wek rojbûna şoreşa jinê û azadiya wê wesifandin. û wiha gotin: “Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo derfeta pêkhatina aştiyê li Rojhilata Navîn, tecrîdê bi dawî bikin û Ocalan ji girtîgeha Imraliyê azad bikin.”(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamên rêveber ên Kongreya Star destnîşan kirin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e û wiha got: “Divê têkoşînê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan were bilindkirin. Azadiya Azadiya serokê me azadiya me ye."(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Zelûx Reşît bal kişand ser ku tunekirina çeteyên DAIŞ`ê yên mayî, şaneyên wan yên veşartî û hişmendiya ku çeteyan di hişê cîhanê de çandine, kedên duqat pêwîst dikin û divê ew çete werin dadgehkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Koma şano ya girêdayî Navenda Mihemed Şêxo şanoyek bi navê Mirina şermûk di roja 9`an de ya Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şano ya 4`emîn li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişlo pêşkêş dike saet 17:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Gel a bajarokê Hews ê gundewarê rojhilatê Reqayê 400 doz bi razîbûna her du aliyên nakok çareser kiriye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA


Mijarên Din