ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji bo zarokên şehîdan baxçeyê "Kulîlkên Şehîdan" vedike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Qanûnên Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre pergala edaleta civakî ya di civînên rêveberiyên xweser û qanûnên navdewletî de.  Meclis ji 13 endamam pêk tê û 4 buro bi xwe ve girêdide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Rêveberên ENKS’ê di civîna xwe de biryar girtin ku, ji bo li Efrînê bi dewleta Tirk re têkiliyan xurt bikin û li hemberî PYD’ê bikevin nava xebatan, divê bi awayekî rêk û pêk raporan ji dewleta Tirk re bişînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi dirûşma "Ji we çîrok û ji me reng" pêşangeheke şêwekariyê bi çavdêriya şêwekar Mihehmed Şahîn li bajarê Kobanê vedike, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê carek din dubare kirin ku ew ê asta têkoşîna xwe li hember êrîşên artêş Tirk a dagirker bilind bikin û ew dest ji rizgarkirina Efrînê bernadin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Çandinî û Berhemên Sewldariyê ya herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li avahiya Meclisa Zanûnsaz li dar dixe, saet 08:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweser hejmara koçberên ku di nava 3 mehan de ji kampên li herêmên di bin çavdêriya rêveberiyê de derketine, eşkere kir.  Rêveberiyê diyar kir ku heta niha ji sedî yek ji hêjmara koçberan ji kampan derketine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ew texmîn dikin  ku hejmara şagirtên sala xwendinê ya 2019-2020`an bigihêje derdora 900 hezar şagirtan. Her wiha destnîşan kir ku wan perwerdeya biranşan xistiye nav pergala perwerda îsal. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi nêzikbûna vebûna dibistanan re dikanên firotina pêdiviyên dibistanan qerebalix bûne. Li gorî salên borî buhayên pêdiviyên dibistanan bi awayekî balkêş zêde bûne û buçeya şêniyan derbas dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo tinekirina nexweşiya laşmanyayê di nava xebatê de ye. Komîteyê diyar kir ku ji sedî 98 nexweşî kêm bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Robariya gelek projeyên xizmetguzariyê li gundên  herêma Beravê  bi dawî kir. Şaredariyê  rê zift kirin, pirên ku ji ber lehiyê xirab bibûn sererast kirin û du park di gund de ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA