ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05- 01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê merasîmê oxirkirina şehîd Bîlal Hemkawî li navçeya Fafînê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Minbicê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê meşekê li dar dixin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Akademiyên Civaka Demokratîk şaxekî xwe li bajarokê Qadiriyê yê başûrê kantona Kobanê vedike, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got "Em ê xaka xwe ya ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hêzên artêşa Tirk a dagirker dest bi avakirina baregeheke leşkerî nêzî rêya M4 a bakurê rojavayê navçeya Eyn Îsayê baregeheke leşkerî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Kobanê ya bi armanca rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya girtiyên di girîgehên dewleta Tirk de di roja sêyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Birayê girtiyê siyasî Hisên Horîk Misto, Mihemed Misto bang li gelê Kurd kir ku li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin û xwedî li girtiyên di greva birçîbûnê de derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevî siyasetên PDK`ê yên dijberî doza Kurd, gelê Kurd bendewarê pêkhatina yekitiyê ye û hêvî dike ku PDK`ê girêdana xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re bi dawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê nerazîbûn nîşanî têkiliyên PDK û dewleta Tirk dan û banga yekitiyê li partiyên kurdî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên çalakger ên Kurd têkildarî girtina têkoşer Leyla Guven gotin ku dewleta Tirk bi siyasetên xwe yên çewisandinê û operasyonên qirkirina siyasî hewldana qirkirina gelê Kurd dikin. Her wiha diyar kirin ku jinan dike hedef ji ber ku naxwazin jin azad bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên koçber ên ji Serêkaniyê gotin ku ew li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bê deng namînin û destnîşan kirin ku heta têkbirina dagirkeriyê ew ê têkoşînê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd da zanîn ku hikumeta Şamê bi hişmendiya xwe rê li pêşî li diyalogan xitimand û herî dawî li Cinêvê jî diyar bû ku hikumeta Şamê ne amade ye ku bi tu kesî re diyalogan bike û got "Rûsya jî ne xwedî proje û nêrîna çareseriyê ye ku diyolog bi pêş bikeve." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Helbestvanên gelêrî yên li navçeya Tirbespiyê rûdanên li derdora xwe bi bêdengî dişopandin. Ji ber azadiya derbirînê hatibû kelepçekirin. Lê niha meclisa bajarokê Ebû Feri hewl dide wan helbestvanan teşwîq bike û behreyên wan geş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li nêzî çemê Firatê li başûr rojavayê kantona Kobanê şêniyekî ji herêmê 23 cureyên ji firindeyên kedî li mala xwe xwedî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber topbarana artêşa Tirk  ji herêmê re, aliyên peywendîdar ên ku nan ji navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê re dabîn dike zehmetiya xwe gihandina ji depoyan genim re dikişînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Qamişloyê sersaxî ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Ehmed re tê xwestin. Konê sersaxiyê nêzî goristana Şehîd Delîl Sarûxan tê vedan, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA