ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Li Akademiya Şehîd Egîd Çîlo ya bajarê Qamişlo 85 mamsote ji herêma Cizîrê li ser şêwazê dersdayînê ya li gorî metiryalê nû têne perwerdekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rojnameger Fehîm Taştekîn civîna sêalî ya Putîn, Erdogan û Ruhanî nirxand û got: “Danezana ku piştî civîna sêalî hat ragihandin, bi pêngavên praktîkî yên ku tên avêtin û pêşekiyan re li hev nake. Civîna sêalî kete dubareyê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Muaz Abdulkerîm hedef û planên dewleta Tirk a dagirekr li Rojhilata Navîn,  Afrîkayê û ajandeyên wê bi taybet li dewletên ereban eşkere kirin û destnîşan kir ku ew rêbaza pêkanîna Mîsaqa Millî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mihemed Şahîn got: "NY’yê ji bo pandemiya cîhanê ya Koronavîrusê(COVID-19) banga agirbestê li tevahî dewletên şer heye kiribû, lê  dewleta Tirk a dagirker li gorî peymanên navneteweyî tev nagere, êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewletên dîtir berdewam dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Çalakvana hiqûqî ya yemenî Nûra El-Cerewî got: " Tirkiyê û Îran jinên dijberî xwe dikin hedef, siyaseta girtin û hedefkirina jinên dimeşînin mîna ku Serok Komarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî çalakvanên Kurd li bakurê Sûriyê pêk tîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê roja 6'an a çalakiya hefteya çandê li gundê Babnisê yê kantona Şehbayê li dar dixe, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Çavdêr dibînin ku armanca Rûsya ji civîna bi navê garantorên Astanayê ya ku hefteya borî li dar ket, Tirkiyê û Îranê li pêşberî berpirsyariyan bihêle ku lihevkirinên Rûs û Amerîkayê pêk bînin. Piştî serdana xelîfeya Qasim Suleymanî, Îsraîlê êrişên xwe li ser Sûriyê zêde kirin. Li aliyekî din Fransayê hewl dide Tirkiyê ji NATO'yê dûr bixîne. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq El-Xelef der barê mekanîzmeya belavkirina mazotê ya demsala zivisatnê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de got beriya demsala zivistanê hemû malbatê dê para xwe ya mazotê, bistînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA