ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-08-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîd Mezlûm Tirbespiyê li goristana Şehîd Dilşêr oxir dikin, saet 18:00'an.

- Hewas Cidêi dewleta Tirk û hikûmeta Sûriyê bi kuştina şêxên eşîrên Ereb tewanbar kir. Her wiha bang li rûspiyan kir ku yekitiya xwe ava bikin, destekê bidin QSD`ê da ku komplo û kuştinên li herêmê têk biçin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Malbendiya Rewşenbîrên Helebê Leyla Xalid tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bi "Sûcek li dijî mirovahiyê" bi nav kir û bang li CPT'ê kir ku erka xwe ya mirovî bi cih bîne û dawî li tecrîdê werîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Suryanên ku ji komkujiya dewleta Osmanî xilas bûn û li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê bicih bûne, ji roja kul i ser sînor bicih bûne heta niha rastî êrişên dewleta Tirk tên. Welatiyê Suryan ê bi navê Îşo Marogê got, ev siyaseta dewleta Tirk ji sedsala borî heta niha berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanê QSD`ê Xebat Tirkmen li ser armancên dewleta Tirk ên hewldana avakirina kembera Tirkmenan got “Tirkmen tên bikaranîn û bi rêya birakujiyê hewl didin Tirkmenan tune bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêya M4 ji xeterttirîn rêyên li Sûriyê. Dewleta Tirk rêya bazirganiyê ya ewle li bakur rojhilatê welat veguherand dojehê ku rojane jiyana ajokar û şêniyan dixe xeteriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Hêzên Zervanên Xabûr diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji zêdetirî mehekê êrişên li ser gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê zêde kirin û wiha got: "Bersivdana êrişan mafên me ye, ji ber ku parastina gel û xaka me parastina rewa ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-  Dewleta Tirk ji Gulana borî ve rêjeya ava çemê Firatê ku derbasî erdên Sûriyê dibe, kêm kiriye. Ji ber kêmbûna mezin ya rêjeya avê aloziya ava çemê Firatê hîna berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ebas Hisên got, armanca lihevkirina kurdî – kurdî parastina yekitiya xaka Sûriyê û bidawîkirina dagirkirina Tirkiyê ye. Hisên bang li hikumeta Sûriyê kir ku dest ji hişmendiya paşverû ya şofonîst berde û dest bi diyaloga niştimanî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endamên Rêveberiya Kongreya Star ên navçeya Til Hemîsê  rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan wiha wesif kirin"Dîrok qehremanan tîne û qehreman jî dîrokê çêdikin. Ne her serok mezin e, lê her mezinek serok e".Rêveberan dan zanîn ku metirsiya Tirkiyê ji gihandina nameyên nû ji civakê re dihêle dibin sedema qedexekirina hevdîtina parêzer bi rêbertî re. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA