ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05- 12-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Fehîma Hemo bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û got: " Ji bo şikandina êrişan hevgirtina pêkhateyan û xurtkirina pergala parastinê  pêwîst in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hikumeta Şamê careke din taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç kirin û nahêle madeyên bingehîn û sotemenî derbasî taxê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî milyonek koçber û penaber hene ku alîkariyên mirovî nagihêje wan. Sedema vê yekê vetoya Rûsyayê, girtina deriyê sînor ê Til Koçer e. Her wiha danûstanên NY'ê bi hikumeta Şamê re ya ku ji aliyê xwe ve alîkariyan desteser dike û li bazaran difiroşe ya jî li alîgirên xwe tenê belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mîna gelek şêniyên Efrînê, ciwanê bi navê (M.E) xwest li mala xwe bimîne, lê ne dizanî ku dê zêdeyî salekê di hurceyên dagirkeran de were êşkencekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berpirsên Gerînendeya Şûnwaran a herêma Efrînê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Girê Kitix ê dîrokî talan kiriye û bi tamamî wêran kiriye. Her wiha gelek parçeyên dîrokî derbasî derveyî welêt hatiye kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Malbatên girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de ne, bang li gelê Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin zarokên wan ên girtî û li hemberî siyaseta çewisandina ya rejîma Tirk bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên Efrînê bang li PDK'ê kir ku siyaseta xwe dijîber doza kurdî biguhere û xwe ji dewleta Tirk qut bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê beriya niha cotkaran zehmetî dikişand û ji ber wê hilberîn ne baş bû, lê piştî li herêmê koperatîvên çandiniyê çêbûn, rewşa çandiniyê pêşve çû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA