ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

- Ji bo avakirina pêşerojek azad û ronî canê xwe feda kir. Digot: "Rakirina navê şoreşegî tiştek ne hêsan e, lê belê barek giran e. Ji ber wê divê em layîqî vî navî bin. Ne ku her yek dibêje ez şoreşger im, dikare wateya wê ya rastîn bidêyê."  Berzan Neimo bi van gotinan tev li şoreşê bû û stêrka azadiyê bi tiliyên xwe vêxistin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di destpêka vê salê de li Minbicê li dijî hêzên hevpeymanê êrîşek terorê pêk hat. Yek ji çeteyên ku teqîn pêk anîn diyar kir ku êrîş ji aliyê çeteyan li Idlibê hatiye plankirin. Teqemeniyên ku hatine bikaranîn jî ji Idlibê û bi rêya di bin dagirkeriya Tirkiyê de birine Minbicê. Gelê destê Tirkiyê di vê êrîşê de heye?.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hindek çavkaniyê agahdar eşker kir ku istixbara Tirkiyê bi rêveberên ji Encûmena Niştîmanî ya Kurd re civiyaye. Di civînê de istixbara Tirkiyê ji encûmenê xwestiye ku bi awayekî asayî raporan jê re rêkin. Encûmenê jî desteka Tirkiyê û pejrinadina hêzê wê bi navê pêşmerga Efrînê xwestiye, lê itixbaratê daxwaza encûmenê red kiriye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine gotin Ocalan xwedî giyanek dilovan e û ji bo ku pêkhateyên herêmê bi hev re bijîn têkoşiya û rola jinê di civakê de tekez kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hevserokê MSD`ê Riyad Dirar tekez kir ku têkiliyên navdewletî girêdayî çaranûsa çeteyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê girtî li ser rêgezên esîran ava bûne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bal kişand ser ku tunekirina çeteyên DAIŞ`ê yên mayî, şaneyên wan yên veşartî û hişmendiya ku çeteyan di hişê cîhanê de çandine, kedên duqat pêwîst dikin û divê ew çete werin dadgehkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Koma Serdem a Şano di Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şano ya 4`emîn şanoyek din bi navê `Tu ne Gara ye` li ser dika Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo pêşkêş dike saet 16:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Ji penaberên Iraqê yên li kampa Holê beşek dixwazin vegerin warê xwe û beşek din jî dixwazin li kampê bimînin. Rêveberiya Xweser hewl dide bi koordîneya hikûmeta Iraqê penabera bi grantî vegerînin welatên wan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kir ku ew bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo sererastkirina binesazî û peydakirina pêdiviyên şêniyên gundewarê Dêrazorê yê ku nû hatine rizgarkirin dixebitin. Her wiha bal kişand ser ku miqdara alîkariyan ku ji kampa Holê re têne pêşkêşkirin ne li gorî hejmara zêde ya koçberan e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA


Mijarên Din