ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yêb Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Nejbîr Umer anku "Zinarîn Kobanê" ji têkoşerên ku bê tirs û bê teredudu tevlî çalakiyên şoreşê bû. Bi zîrekbûn û rûkeniya xwe dihat naskirin û derdora xwe fêrî hezkirina jiyanê û parastina nirxinê mirovahiyê dikir. (BI WÊNE).

- Piştî ku endamekê Hêzên Ewlehiyê ji aliyê jineke DAIŞ‘î ve li navçeya Holê hate birîndar şêniyên  navçeyê bang li aliyên têkildarî kirin ku ji bo jinên DAIŞ‘î cihekî taybet veqetînin, ji ber ku wekî xeteriyekê dibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka MSD’ê Emîna Omar diyar kir ku di pêvajoya nû de rola KNK’ê gelek girîng e. Her wiha  endama KNK’ê Derya Remedan jî destnîşan kir ku li dijî hemû astengiyan, xebatên yekitiyê we berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamên Meclisa Eşîrên Kantona Qamişlo nerazîbûna xwe ji beşdarbûna dagirkeriya Tirkiyê di "Herêma ewle" teqez kirin û gotin: “Hemû gelên herêmê baweriyê bi dagirkeriya Tirk ku herêm rûxand û gel ji welatên wê da koçkirin, nake. Dîroka wê bi sûcan, guhertina demografîk û talankirina herêman tije ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilhamid El-Mihbaş got: “Serdana me ya ji navenda NY`ê Cinêve û bi wan re îmzekirina hevpeymanan gavek baş e. Dê di pêşerojê de gelek gav bên avêtin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê desteya hevkariyê di Tevgera Guhertina Demokratîk de, Ziyad Wetfê got: “Tiştê ku avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê asteng dike ew e ku civaka navnetewî îtirafê bi Rêveberiya Xweser nake.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Katpên Hemadî El-Ewad yek ji perwerdevanê turnuveya El-Fitûwê ya li Dêrazorê bû, gelek lîstikvanên girîng mîna Omer El-Sûma û Ûdeyî û El-Cefal perwerde kirin, niha li navçeya Şedadê dimîne û wek perwerdevanekî di hola sporê de dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li bajarê Kobanê, di saetên nîvro û ber êvarî de gelek tecawizên trafîkê ji aliyê ajokaran ve derdikevin, ev yek dibe cihê nerazîbûna şêniyan û qezeyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Aliyên peywendîdar di nava liv û tevgerê de ne da ku pirsgirêka kêmbûna avê ya li bajarê Qamişlo çareser bikin. Di vê çarçoveyê de dest bi sererastkirina pombên avê kirine û bi rêya komînan avê didin şêniyan heta xebatên çareserkirinê biqede. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA