ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisên navçeyên bajarê Qamişloyê civîna xwe ya salane li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Kar û Barên Ol û Baweriyan a Herêma Cizîrê û Kongreya Civaka Îslama Demorkatîk ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa û gundên Efrînê daxuyaniyekê li pêşiya dêra Asûriyan a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê didin, saet 12:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspî û şêxên eşîrên Ereb, siyasetên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin û gotin: "Hewldana dewleta Tirk a bicihkirina penaberên iraqî li herêmên dagirkirî û dayîna nasnameyan, planeke nû ji bo vejandina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Kobanê ya bi armanca rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya girtiyên di girîgehên dewleta Tirk de di roja çaran de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên li herêmên Bakur û Rojhilatê Srûiyê diyar kir ku dewleta Tirk ji berdewamkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan, armanc dike ku hegemonyaya pergala kapîtalîst mayînde bike û rê li pêşiya belavbûna ramanên rêber Abdullah Ocalan bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku azadiya wan tenê bi azadiya rêber Ocalan gengaz dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên rêveber ên saziyên sivîl gotin: "Pêwîste PDK'ê ji siyasetên malbatî yên teng dûr bikeve û çarenûsa kurdan ji bo berjwendiyên xwe bazarê li ser neke." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Nivîsgeha Jin a Reqayê civîna xwe ya salane li avahiya Meclisa Sivîl a Reqayê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên gerîla yên Hesekê û Qamişlo têkildarî girtina Leyla Guven û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyê didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo diyar kir ku dewleta Tirk di şexsa Leyla Guven de vîna jina azad dike armanc. Rîhan Loqo bang li tevahiya jinan kir ku asta têkoşîn û berxwedanê li hemberî zihniyetên baviksalarî bilind bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsayê şeremzar kirin û got: "Piştî ku me herêmên xwe rizgar kirin, dewleta Tirk hewl dide ku ji nû ve dagir bike û sûcên xwe li dijî me bidomîne. "(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber nebarîna baranê bi fikar in, pirsgirêkên aborî û bilindbûna buhayê semad û dermanan barên wan girantir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeya Sotemenî ya li navçeya Eyn Îsayê xebatên belavkirina sotemenî li ser cotkarên navçeyê bi dawî kirin û sedemên dernegmayîna bidawîkirina vê xebatên diyar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Reqa û gundeawrên wê tevgereke mezin a avahîsaziyê heye, Meclisa Sivîl a Reqayê di vî warî de bi şêniyan re bû alîkar. Da ku sala 2020’an bibe şahidê gelek xizmetguzariyan û lêçûna wê jî gihaşt zêdetirî 11 milyar lîreya Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirsgirêka bilindbûn û ciyawaziya bihayên kelûpelan heye ku bandorê li rewşên debarê dike, li gel gazinciyên welatiyan û hincetên bazirganan aliyên têkildarî hewl dide buhayan kontrol bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA