ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06 -04-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Lêkolînerê aborî Çeleng Umer got: “Eger Rêveberiya Xweser rêgeza xwetêrkirinê peyda bike, dê karibe li hember Koronavîrûsê rewşa tenduristî û xwetêrkirinê pêş bixe.” Her wiha îşaret bi girîngiya jêderên xwezayî û mirovî yên ku li cem Rêveberiya Xweser in, kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê rêveber û doktorê nexweşxaneya Avrîn Osman Şêx Îsa got: “Heta niha li kantona Şehbayê tu nexweşên bi Koronavîrûsê nehatiye belgekirin. Em bang li şêniyan dikin ku ji bo parastina ji pandemiyê perspektîv, tedbîrên hişyariyê û biryarên Şaneya Aloziyê pêk bînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Odeya Yekîtiya Hilberîneran a bajarê Helebê piştî biryara rawestandina tevahiya werşeyan di çarçoveya qedexeya derketina derve de, mizaxtên karkerên xwe yên ku neçar mane kar rawestînin pêş kêş dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPYVÎN

- Iyad El-Mecalî diyar kir ku şer û nakokiyên di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de encamên krîza aborî ya pertrola cîhanê ye, nemaze encamên ji ber belavbûna pandemiya Koronayê ye. El-Mecalî destnîşan kir ku encamên aloziya têkiliyên aborî ji bo berjewendiyên Amerîkayê fişarê li Rûsyayê bike. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Di şertûmercên qedexeya derketina derve ya ji ber vîrûsa Koronayê de şêniyan însiyatîfên alîkariyê ji bo şêniyan avakirin. Bi sedan malbat li navçeya Girkê Legê ji însiyatîfên gelêrî yên dildarî sûd girtin(BI WÊNE Û DÎMEN)..

-Şêniyên Kampa El-Hewayic a li rojavayê gundewarê Dêrazorê bang li rêxistinên mirovî kirin ku alîkariyên tenduristiyê ji wan re pêşkêş bikin da ku xwe ji xeteriya Koronavîrûsê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA