​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-07-2022

-Yekitiya Ajokran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê daxuyaniyekê li bajarê Hesekê didin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şerê li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê dewam dike û li aliyê din jî cezayên disîplînê li rêber Abdullah Ocalan tên birîn. Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle diyar kir ku ev cezayên disîplînê komîk in û hewl didin hincetên astengkirina hevdîtinan profesyonel bikin. (BI WÊNE).

- Endama rêveber a Komeleya Mafên Mirovan li ser rewşa penaberan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê got: " Dewleta Tirk a faşîst penaberan bi kar tîne. Li aliyekî din jî mafên  wan bin pê dike, îşkence li wan dike û wan qetil dike. Bi van kiryaran peymana parastina penaberan a NY` bin pê dike.'' (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî gef û êrişên dewleta Tirk  adagirker, ciwanên herêma Firatê banga xwedîderketina li gerîla û rêxistinbûyna li gorî şerê gel ê şoreşgerî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Emîn Elîko diyar kir ku dewletên NATO û dewleta Tirk li ser qirkirina gelê Kurd li hev kir. Her wiha îşaret bi berxwedana gerîla ya li hember dagirkeriya Tirk kir û bi berxwedana ji bo hebûnê bi nav kir. Li aliyekî din rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê teqezî bi pêwîstiya hevgirtinê û berxwedanê li hember gef û êrişan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çerkes û turkmanên bajarê Minbicê diyar kir kirin ku gefên Tirkiyê ne tenê li dijî pêkaneyekê an jî herêmekê ye, lê belê tevahî gelên Sûriyê dike hedef. Her wiha destnîşan kirin ku bersiva herî xurt a li hemberî van gefan berxwedana gel û parastina cewherî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN û ROJHILATA NAVÎN

- Lêkolîner û akademîsyenê lîbyayî Dr. Cibrîl El-Ubêdî destnîşan kir ku daketina gel li kolananên Lîbyayê dê komên îslama siyasî ji holê rake. Her wiha çalakvanê siyasî yê lîbyayî Mihemed El-Hesûnî diyar kir ku xwepêşandan dê veguherin şoreşeke gelêrî li dijî çete û destwerdanên ji derve.

- Dewletên NATO`yê bi rêya firehkirina qada hevalbendiyê, dixwazin Rûsyayê dorpêç bikin. Lê lêkolîner dibêjin, hêza Rûsya ya aborî û leşkerî heye ku bersiva vê yekê bide. Lêkolînerekî brîtanî  diyar kir ku tevgerên leşkerî yên Rûsyayê yên li derdorê bi NATO`yê ve negirîdayî ne, lê belê Moskov ew afirand da ku şerekî dijminane ya împeryalî pêk bîne.

CIWAN

-Li dijî tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan, ciwanên herêma Firatê meşekê li dar dixin. Meş ji qada Jina Azad dest pê dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi diruşma "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê", çalakiyekê li navçeya Amûdê li dar dixe, saet 17:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA