ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-08-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêx Ebdullatîf El-Ferec got: "Hedefgirtina şêx Metşer El-Hefel hewldaneke derxistina fitneyê ye û karekî tirsonek ji bo hedefgirtina tevna civakî û biratiya gelan a pêkhateyên herêmê ye. Divê eşîrên Ereb ên herêmê xeteriya qonaxê ferq bikin û li dor QSD`ê kom bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê kuştina zarokê bi navê Xelîl Nîhad Şêxo li ser sînorên Tirkiyê-Sûriyê wekî sûcekî bazirganiya mirovan  bi nav kir û piştrast kir ku ji 2011`an ve 464 welatiyên Sûriyê bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatine kuştin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Fermandarê Ermenî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Manuel Demîr got: “Armanca dewleta Tirk ji destwerdana şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de ew e ku, komkujiyên Osmaniyan ên li ser gelê Ermenî dubare bike. Em xwedî doz in û hewl didin mafê me yên ku dewleta Tirk ji me standine, bistînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyekî ji bajarê Babê ku li kantona Şehbayê dimîne, got: “Şêniyên herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, di nava şert û mercên jiyanî yên zehmet û tevlîheviya ewlehiyê de dijîn. Hewl didin şêniyên resen bidin koçberkirin.”  (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamên rêveberiya Kongreya Star ên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê gotin: “Dîrok qehremanan tîne û qehreman jî dîrokê dinivîsin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên cîhanê ronahî ye, armanca wî azadiya gelan û azadiya jinan e. Lewma dewleta Tirk Rêbertî tecrîd dike. Bi vê yekê hewl dide belavbûna fikrê Rêbertî asteng bike.”  (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên bajarê Hesekê banga pêkanîna tedbîrên xweparastinê li her kesî kirin û gotin: “Tedbîran pêk bînin da ku pêşî li belavûna Koronavîrûsê were girtin.”  (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji bo ku pêşiya belavbûna Koronavîrusê bê girtin, komîn dikarin rolekî bingehîn di perwerdekirina xweparastina ji Koronavîrûsê bilîzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa navçeya Şedadê, ji bo pêwîstiyên bingehîn ên şêniyan û pêşîlêgirtina li keybaziya bazirganan, amadekariyên vekirina navenda frotinê dike. Tê payîn ku navend di destpêka hefteya bê de were vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li her dermanxaneyeke li Kobanê bihayê dermanan bi awayekî ye. Li gorî dermanfiroşan sedema vê yekê çavkaniya wergirtina dermanan e. Ji ber vê jî şênî daxwaz dikin ku li  Kobanê depoyek navendî ji dermanan re were çêkirin.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA