ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06. 11. 2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

- Çalakiya şêniyên Serêkaniyê ya ji bo şermezarkirina dagirkiriya dewleta Tirk di roja 10‘an de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisên malbatên şehîdên ên Tirbespiyê, Amûdê û Til Birak bi merasîman nasnameyên şehîdan eşekere dikin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xwendekar û Mamosteyên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk diherikin qadan, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Daîreya Têkiliyên Derve û Desteya Tenduristiyê der barê bikaranîna artêşa Tirk a dagirker ji çekên qedexekirî de daxuyaniyekê li avahiya daîreyê ya li bajarê Qamişlo didin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê cenazeyê 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

BERXWEDANA RÛMETÊ

Şervanên Zêrevanên Xabûrê yên Asûrî gotin, kesên êrişî gundên wan dikin, heman çeteyên DAIŞ‘ê ne yên sala 2015‘an êrişî kiribûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Daxwaza hemû koçberan ew  ku vegerin malên xwe û li ser axa xwe bijîn. Koçber dibêjin ji bilî QSD‘ê ti hêzên din li ser xaka xwe qebûl nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ermen û Asûriyên gundê Til Nesrî diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û bi komkujiya çaremîn dixwazin şêniyan tune. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kanîwar Girê Spî ji şêniyên herêma El-Selemiyê ya girêdayî Hemayê ye di nava QSD‘ê de cih digire û di eniyên berxwedanê de li hemberî êrişên Tirkiyê disekine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên êlên Ereb ên kantona Qamişlo destnîşan kirin ku Erdogan qirkirina tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina herêma bakurê rojhilatê Sûriyê armanc dike û gotin" Êrişên wê yên niha li her bajarê Til Temrê yê ku piraniya niştcehên wê Ermen û Asur in, dagirkirina Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê îsbata vê yekê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi dirûşmeya "Xak û rûmeta xwe biparêzin dagirkerî û DAIŞ‘ê tine bikin"Kongreya Star bi boneya nêzîbûna 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinê semînerekê li taxa Şêxmeqsûdê dide, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dewleta tirk a dagirker û şefê wê faşîst Erodganê li bakû û rojhilatê sûrî komkûjiya pêk tine, bi fosforê jin û zarokan dişewtîne, bajaran wêran dike û demografiya herêmê diguherîne. Gelo ew çeteyên ku bi dewleta Tirk li ser erda Sûriyê van tiştan dikin kî ne, rabirdûya wan çi ye û hovantirîn sûcên wan çi ne? (BI WÊNE).

ANHA