ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06. 12. 2019‘AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo cneazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dema dayîka Elî Ilwan ê şervanê YPG’ê agahiya şehadeta wî dibihîze tilîlî dike. Ji bo ku êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser herêmê bişkîne tevî 3 birayên xwe tev li YPG`ê dibe. Di xurtkirina pergala leşkerî de rol dilîze. Hertim hertim digot: “Ger şehîd bikevim serê xwe bilind bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gelek malbatên Rojava di salên şoreşê de ked dan, ji bo ku şoreş biserkeve. Zarokên xwe teşwîqî nava refên şoreşê kirin, ji bo şoreş biserbikeve xwedî li şoreşê derketin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên li kampa Newroz gotin, "Herêma ewle" ya Erdogan qala wê dike, ji bo talankirin, dizî û qetilkirina sivîlan e. Koçberan anîn ziman ku gelek dewlet û rêxistin di rijiandina xwîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberkirina wan de hevkar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Hesekê bang li civaka navdewletî û mafên mirovan kirin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker bixin lîsteya terorê. Şêniyan teqez kirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li hember êrişkerê hov heya serkeftinê li berxwe bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Planên qirkirin û guhertina demografî ku dewleta Tirk li dijî Kurdên li Sûriyê pêk tîne, êdî ji kesekî re eşkere ne. Rejîma Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan li pêşberî çavê her kesî lîstokan dike, lê her kes temeşevan dimîne. Li gorî şîrovekarên siyasî, Erdogan polîtîkeya tinekirina Kurdan dike, bêyî kes bipirse an hesab jê bixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Bi mijara yekitiya kurdî, partiyên siyasî yên kurdî li bajarê Hesekê dicivin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê Şervan Muslim got: “Komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker sûcên DAIŞ`ê li herêmê li dijî sivîlan dubare dike. Pêwîste civaka navdewletî bilive û wan muhesebe bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Niyaz Hamîd destnîşan kir ku qeyrana li Sûriyê rû dida derbasî Iraq û Îran jî bû, êdî ev qeyran dê derbasî Rojhilata Navîn giştî bibe û got “Heya ev qeyran bi demokrasiyeke durist çareser nebe, îstîfayên tên kirin jî cihê xwe nagirin ku pêwîstiya guhertina sîstemê heye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê rêveber ê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî rexne li ENKS‘ê kir ku bi Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê dixebite û got: “Yekîtiya kurdî bersiveke ji êrîşên Tirkiyê re.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê şahiya îmzekirina pirtûka helbestvan Henaa Dawûd li avahiya yekitiyê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 16:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyonê kehrebeyê veguherandina nuqteyek leşkerî, miqdara kehrebeyê ya ji Cizîrê re diyar ji 170 mêga wat heta 100 mêga wat qels bûye. Rêveberiya Xweser ji aliyê xwe ve hewl dide bedîlan peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA