ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07 . 10. 2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Girê Spî ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê meşeke bi erebeyan ber bi gunê Nes Tel ê rojavayê kantonê ve li dar dixin. Piştî meşê li sê deverên kantonê çalakiyên mertalên zindî dest pê dikin, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrik, Til Koçer û Tirbespiyê yên girêdayî kantona Qamişlo li dijî gefên dewleta Tirk dadikevin qadan, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê got: "Em xaka xwe ya bi xwîna 11 hezar şehîdî hatiye avdan bernadin. Li dijî êrîşên Tirkiyê em ê xaka xwe biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Kobanê teqez kirin ku li hemberî her êrîşeke pêkan ew ji berxwedanê re amade ne. Şêniyan gotin, ew xaka xwe ya bi xwîna şehîdan hatiye avadan biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Sûrî û tevahiya cîhanê bi mijara komîteya destûra Sûriyê û lîsteyên wê mijul bûn mîna ku pirsgirêka tekane ya Sûriyê ye. Lê hejmara  zêde ya dîkên ku li derve di bin navê paytextên dewletên ku lê ava bûne, da ku Sûriyê hikum bikin, bala mirov dikşîne. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekitî ya Kurd li Sûriyê Musa Keno got, dewleta Tirk a dagirker di nav xewnên ne rast de dijî dema difkre sînaryoya Lîwa Skenderon li bakurê Sûriyê dûbare bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîskar û rojnamevan Malik Hafiz destnîşan kir ku mijara êrîşek mezin a Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbeyek ji xeyalan e, Tirkiyê hewl dide di mijara mekanîzmeya ewlehiyê merçên diyalogan bi Washington re baş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji tiştekî biçûk gelek tişt çêkirin, bi ramanên xwe pêdiviyên xwe yên rojan e peyda dike, ji bo pêdiviyên malbata xwe pêk bîne, heywanan xwedî dike û gelek cureyên şênkayî li derdora mala xwe çandiye, bi wê çîroka berxwedanê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gor xwezaya herêmên gundewarî, ku bi çandiniyê û xwedîkirina pezan debara jiyanê dikin, jin hîna hûnandina werîs û hiriyê ku ji bav û kalikên xwe wergirtine bikar tînin û lihêf û doşekan çêdikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA