ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li gundên dagirkirî yên Eyn Îsa û Girê Spî baregehên leşkerî, noqteyên çeteyan û satiran ava dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbata Emo yê ji bajarê Serêkaniyê ji êrişên dewleta Tirk û zirardîtina ji wan natirsin, lê belê hest û henasên wê yên vegera li bajarê xwe êdî bûye xewneke her sibehê malbata li ser wê hişyar dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Rojnameger û çalakvanê siyasî Kawe Nadir Qadir got: "Hikûmeta başûrê Kurdistanê erkên xwe li hemberî êrişên Tirkyiê yên li ser xaka xwe bi cih neanîne. Her hevkariyek bi artêşa Tirk a dagirker re li dijî Hêzên Parastina Gel helwesteke ne netewî ye û xizmeta Kurdan nake." (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran ê şaxê Hesekê Mihemed Beşîr got: “Armanca zêdekirina êrişên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewletên din ên Ereban, nêzîkbûna dema bidawîbûna hevpeymana Sykes-Picot e. Ev yek ji bo tevlêkirina herêmên ku dê dewleta Tirk dagir bike û ji nû ve vegerandina serdema Osmaniyan e. Bêdengiya navnetewî dikeve xizmeta planên dagirkeran.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD'ê got: "Em xebatên serxistina diyaloga Sûrî-Sûrî teman dikin. Ji bo lidarxistina kongreyekê ku çareseriya siyasî misoger bike û nûnertiya pêşeng a têkoşîna demokratîk li Sûriyê pêşerojê bike, me bi gelek alî û hêzên demokrat ên Sûriyê re komîteyek ava kir." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo got: “Rêxistinkirina jinan ên li bakurê Sûriyê, ji hemû jinên cîhanê re bûye lêvegerek. Ji ber ji rêxistinbûna jinan ditirsin wan dikin hedef. Em bang li jinên li bakur Sûriyê dikin ku destekê bidin hev.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Temenê wê 100 sal derbas kiriye, tevî vê yekê jî hîna çêkirina tevnê bi amûrên hêsan berdewam dike û folklora gelêrî diparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê çalakiya hefteya çandê li navçeya Ehrisê ya Şehbayê bi dawî dike, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Der barê girîngiya xweparastina ji pileyên germahiyê yên bilind û  nederketina di germê de, bijîşkên pispor hişyarî dan şêniyan. Bijîşkan destnîşan kir ku ji ber germa zêde gelek nexweşiyên ku divê em xwe  jê biparêzin, nexasim li gel kesên temenmezin û zarokan çêdibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber rewşa aborî ya dijwar a ji ber Qanûna Qeyserê û girtina deriyê sînor ê Til Koçerê, zêdeyî 5 milyon Sûrî li pêşberî karesteke mirovî rû bi rû ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Heyva Sor a Kurdî bi hevkariya Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk di hundirê kampa Serdemê ya kantona Şehbayê de dest bi avakirina dibistanekê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA