ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-07-2022

-Yekitiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bi tevlêbûna xwe ji banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên Tirkiyê radighîne. Daxuyanî li ber avahiya yekitiyê ya bajarê Qamişlo tê dayîn, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Desteya Weşanê ya Kovara Şerq El-Ewset El- Demokratîk Îsmaîl Xalid da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya peymanan xwe bi hêz nîşan bide û got: "Tirkiyê li ber keviya têkçûnê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemdan El-Ebid destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê li hember êrişên dagirkeriya Tirk de, xwe dispêre gelên herêmê, ne hêzên navneteweyî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayika şehîd Hevrîn Xelef û dayika şehîd Ferhad Şiblî teqez kirin ku ew ê li ser şopa zarokên xwe bin û li hember planên qirkirinê bisekinin. Her du dayikan bang li hevkarên dewleta Tirk kirin ku dev ji xeta xiyanetê berdin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Der barê êrişên li ser Mexmûr de Yûsif Kara, diyar kir ku hikumeta Iraq û NY'yê  şirîkên êrişên dewleta Tirk in û got: “Di dema êrişan de hêzên Iraqê li Mexmûrê civîna xwe li dar xistin ku êriş kîlometreyek dûrî cihê wan pêk hat. Ev paradoks e û cihê gumanê ye.” (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Profesorê iraqî Sadiq Atîmş sedemên qeyranên li welatê xwe vegerandin destewerdana hêzên herêmî û navneteweyî . Her wiha balkişand ser rola qirêj a PDK'ê û got: “Pêwîstiya xilasiyê ji aloziya heyî, bi guhertineke giştî û çûna ber bi dewleteke sivîl a demokratîk û modern ve heye.” (BI WÊNE).

CÎHAN

- Dabînkirina hêmanên bingehîn ên cîhanê ji lubnaniyan re di van rojan de tiştê herî girîng e. Ew yek ji hilweşîna rojane ya Lubnanê digel qutbûna benzîn, nan, av û kehrebeyê de nîşan dide.

POLÎTÎKA

- Mamosteya zanistên siyasî Dr. Ferînaz Etiyê tecrîda şidandî ya li ser rêber Abdullah Ocalan bi doza kurdî ve girê da û wekî hewldaneke dewleta Tirk ji bo qelskirina têkoşîna Kurdan a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA