ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-12-2019'AN

-Geşedanên ku li Bakur û Rojhlatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Şêniyên Dêrik û navçeyên wê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li goristana Şehîd Xebat Dêrikê oxir dikin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG'ê Cemîl Gêlo yê di encama nexweşiyê de şehîd bû, li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur vedişêrin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi rizgarkirina bajarê Serêkaniyê re di sala 2012'an de dest bi têkoşînê kir, di hemû pêngavên rizgarkirinê de bê teredudu cih girt û di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê de şehîd dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Şedadê bang li civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê kirin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bixin lîsteya terorê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên Helebê banga tevlêbûna nava YPG û YPJ'ê kirin û gotin " YPG û YPJ'ê rêya parastina destkeftî û hebûna me ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jorjet Bersum yek ji jinên Suyranî ye yên ku dikarîbûn bi îradeya xwe li hemberî her cûre tundiyê bisekine. Jorjet ji destpêka şoreşê ve di nava Yekitiya Jinên Suryan de dest bi kar  kir û di nava saziyên Rêveberiya Xweser de rola xwe ya çareserkirina pirsigêrkên jinan pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên jin li kampa Waşokanî ya kantona Hesekê der barê tundiya li dijî jinan, daxuyaniyekê dide. Saet 11:00`an (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Nerazîbûna herêmî û navdewletî ya ji lihevkiriya Tirkiyê ya û Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê zêde dibe. Hemûyan fikarên xwe ji vê lihevkirinê re anîn ziman. Parlamentoya Lîbyayê lihevkirin bi "Îxanetekê" ji aliyê El-Sîrac ve bi nav kir. Hin aliyên din jî dibînin ku ne hêjaya xama ku pê hatiye nîvisandin. Gelo ev lihevkirin çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Koçberiyê azarên Mustefayê astengdar zêde kir. Mustefa bang li rêxistinên mirovî dike ku alîkariyê pêşkêşî wî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA